Şêniyên herêma Cizîrê dê li dijî xiyaneta PDK`ê dakevin qadan-HAT NÛKIRIN

Şêniyên herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re amadekariya lidarxistina xwepêşandanên girseyî dikin. Xwepêşandan dê roja çarşemê dest pê bikin.

Şêniyên herêma Cizîrê dê li dijî xiyaneta PDK`ê dakevin qadan-HAT NÛKIRIN
12 nîsan, 2022   10:44
QAMIŞLO

Li ser bangewaziya Meclisa Malbatên Şehîdan sibe (çarşem) dê xwepêşandan li dijî hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bi dewleta Tirk re, bên lidarxistin.

Komîteya amadekar bang li şêniyên herêmê kir ku tev li xwepêşandanan bibin ku dê bi dirûşma “Em li dijî xiyanetê li ber xwe bidin û rûmeta xwe biparêzin” roja çarşemê li dar bikevin û heta 26`ê mehê berdewam bikin.

Bernameya xwepêşandanan wiha ye:

12`ê Nîsanê li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê ya herêma Cizîrê.

13`ê Nîsanê li navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê ya herêma Cizîrê.

14`ê Nîsanê li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya herêma Cizîrê.

16`ê Nîsanê li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê ya herêma Cizîrê.

17`ê Nîsanê li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê ya herêma Cizîrê.

18`ê Nîsanê li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê ya herêma Cizîrê.

19`ê Nîsanê li bajarê Hesekê ya kantona Hesekê ya herêma Cizîrê.

20`ê Nîsanê li navçeyên Til Hemîs û Til Birakê yên kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê.

21`ê Nîsanê li bajarê Qamişlo yê kantona Qamişloyê ya herêma Cizîrê.

23`yê Nîsanê li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê.

24`ê Nîsanê li navçeya Til Koçber a kantona Qamişloyê ya herêma Cizîrê.

25`ê Nîsanê li bajarê Dêrikê yê kantona Qamişloyê ya herêma Cizîrê.

26`ê Nîsanê li kampa koçberên Serêkaniyê ya li Hesekê.

(şx)