​​​​​​​Riyad Derar: Şêxmeqsûd dorpêçkirî ye û her kes mîna goran bê deng e

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar bi peyamekê bêdengiya li hember dorpêça li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi destê hikumeta Şamê, şermezar kir.

​​​​​​​Riyad Derar: Şêxmeqsûd dorpêçkirî ye û her kes mîna goran bê deng e
12 nîsan, 2022   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riya Derar li ser hesabê xwe yê Facebookê wiha nivîsî: “Şêxmeqsûd erdîngariya herî pak a Sûriyê ye ku niştecihên wê resen in.”

Derar wiha domand: “Beriya 9 salan çeteyên nîjadperest bi top û moşekên kîmyewî taxa Şêxmeqsûd topbaran dikir. Îro jî endamên rejîma kirêt ard û sotemenî li ser qut dikin. Hemû jî mîna goran bê deng in!”

Firqeya 4`an a hêzên hikumeta Şamê ambargo li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye. Ev ambargo di 13`ê Adarê de girantir bû û ard û nan bi temamî li ser şêniyên her du taxan qut kirin ku hejmara wan 200 hezar e.

Ji 2012`an heta 2016`an, komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê tax topbaran dikirin.

Sala 2016`an çeteyên dewleta Tirk 3 caran bi çekên kîmyewî tax topbaran kirin. Ya yekê di 8`ê Adarê de, ya duyem di 7`ê Nîsanê de û ya sêyemîn di 8`ê Nîsana heman salê de bû.

(şx)