​​​​​​​Li navçeya Şêran 650 dar hatin çandin

Nivîsgeha Hawîrdorê ya navçeya Şêran a kantona Kobanê bi armanca avakirina daristanekê li gundê Tehtik ê Kobanê, 650 dar çandin.

​​​​​​​Li navçeya Şêran 650 dar hatin çandin
12 nîsan, 2022   11:33
KOBANÊ

Di çarçoveya hemleya çandina daran de ku ji aliyê Rêveberiya Hawîrdorê a Herêma Firatê ve di 21'ê Sibatê de dest pê kir, endamên meclisa navçeya Şêran, saziyên Rêveberiya Xweser û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo çandina daran ber bi gundê Tehtik ê li rojhilatê bajarê Kobanê ve ketin rê.            

/ar/uploads/files/2022/04/12/105509_kwbany...mktb-albyeh-fy-nahyh-shyran-tzra-650-shjrh-bhdf-inshaa-ghabh-28329.webp

Bi armanca avakirina daristanekê bi navê navê şehîd Botan Kobanê, nêzî 650 darên sinawber li girê gund çandin.

Rêveberiya Hawîrdorê heta niha baxçeyek li navçeya Sirîn û daristanek li gundê Şêx Coban ê başûrê Kobanê bi navê şehîd Rustem ava kir ku tê de nêzî 3 hezar dar çandine û zêdetirî hezar dar li daristana Kobanê û nêzî rêyên di hundirê bajêr de û nêzî 700 dar li Daristana Şehîd Gelhat a li navçeya Çelebiyê çandin.

(dx)