​​​​​​​Îran balyozê xwe yê li Iraqê guhert

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku ew ê balyozê xwe yê Bexdayê biguherin. Li gorî berdevk, balyozê nû farmanderek bilind ê leşkerî ye.

​​​​​​​Îran balyozê xwe yê li Iraqê guhert
11 nîsan, 2022   14:21
  NAVENDA NÛÇEYAN 

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetînzade bi daxuyaniyekê ragihand ku wê Hisên Al Sadiq li cihê Êrec Mescidî bibe balyozê nû yê Bexdayê.

Xetînzade da zanîn ku wê balyozê nû Hisên hefteya bê dest bi karê xwe bike û tê payîn di nava çend rojên bê de jî serdana Wezîrê Derve yê Iraqê bike.

Hêjayî gotinê ye Hisên Al Sadiq yek ji fermandarên bilind yê leşkerî yê Îranê û fermandeya Feyleq Quds ya ser bi pasdarên Îranê ve ye.