Saziyên Civaka Sivîl ji ber ambargoyê hişyariya karesteke mirovî da

Saziyên Civaka Sivîl  ên bajarê Helebê bi daxuyaniyekê dorpêça hikumeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û got, armanca ji vê dorpêçê têkbirina aştiya navxweyî ye.

Saziyên Civaka Sivîl ji ber ambargoyê hişyariya karesteke mirovî da
11 nîsan, 2022   14:12
HELEB

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endam û nûnerên saziyên sivîl ên Helebê li ber navenda Saziyên Civaka Sivîl ya  li taxa Şêxmeqsûd û ji aliyê hevseroka Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Leyla Xalid ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser dorpêça ji 2012'an ve ya li ser her tu taxan û ev tişt hat gotin: ''Texên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nimûneya Sûriya biçûk in, cihê jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên Sûriyê de ye. Kelha berxwedanê ye ku bi salan li hember komên çete li ber xwe daye, eger ne ji şêniyên her du taxan ba wê Heleb ketibe û ne dihat rizgarkirin. Her du tax ji 2012'an ve rastî êrişên komên çete hat, lê pêkhateyên taxê bi Kurd, Ereb û Suryanên xwe li ber xwe dan û li dijî çeteyan yek dest bûn."

Di nava daxuyaniyê îşaret bi rewşa mirovî ya li her taxan hate kirin û ev tişt hat gotin: "Di vê meha pîroz de hikumeta Şamê bi rêya Furqeya 4'an dorpêç li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz kiriye. Ard û madeyên xwarinê li ser zêdeyî 200 hezar kesî li wan her du taxan qut kirin. Ev ye hişyariya rûdana karesteke mirovî dide."

Her wiha hat diyarkirin ku ev ne cara yekê ye hêzên hikumeta Şamê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç dike, her car ambargo bi armanca bidestxistina pereyan ferz dikin.

Saziyên Civaka Sivîl di dawiya daxuyaniyê de bang li hikumeta Şamê kir ku dest ji kiriyarên xwe yên ziyan digihîne aramî û ewlehiya şêniyan  berde, her wiha banga pêkanîna diyaloga Sûrî-Sûrî ji bo avakirina Sûriya pêşerojê ku mafên hemû pêkhateyan tê de misoger be.

(şt)

ANHA