Hemleya paqijiyê li Herêma Pîşesaziyê ya Qamişloyê dewam dike

Hemleya paqijiyê ya ku TEV-DEM’ê daye destpêkirin, îro bi beşdariya Odeya Pîşesaziyê li Qamişloyê dewam dike.

Hemleya paqijiyê li Herêma Pîşesaziyê ya Qamişloyê dewam dike
11 nîsan, 2022   12:49
QAMIŞLO

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) 28`ê Adarê bi dirûşma "Paqijiya bajar paqijiya civakê ye" li Qamişloyê hemleya paqijiyê dabû destpêkirin.

Endamên TEV-DEM, Odeya Pîşesaziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dikandarên Herêma Pîşesaziyê îro tev li hemleyê bûn.

Beşdar li kolana sereke ya Herêma Pîşesaziyê kom bûn û endamên TEV-DEM’ê mask û lepik li beşdaran belav kirin.

Di çarçoveya hemleyê de kolan û qadên sereke yên Herêma Pîşesaziyê hatin paqijkirin.

Piştî beşdaran paqijiya deveran bi dawî kir, endamê TEV-DEM Ayid Îbrahîm ji ajansê re axivî û got: "Armanca me ji vê hemleyê ew e ku çanda paqijiyê di nava civakê de xurt bibe. Li ser vê yekê em bang li gel dikin ku tev li hemleyê bibin û bajarên xwe xweşik bikin."

Ayid Îbrahîm anî ziman ku paqijî bi hemleyan tenê mîsoger nabe, lê belê divê hemû civak xwe berpirsyarê paqijiyê bibîne.

Heta niha taxên Cumayê, Qenat El-Siwês, Enteriyê, gundê Um El-Firsan û Nemetiyê hatine paqijkirin.

(eh)

ANHA