TEV-DEM’ê li Şedadê dest bi hemleyeke paqijiyê kir

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di berdewama hemleya paqijiyê de li navçeya Şedadê bi dirûşma "Bila bajarê min xweşik bimîne" hemleya paqijiyê da destpêkirin.

TEV-DEM’ê li Şedadê dest bi hemleyeke paqijiyê kir
11 nîsan, 2022   12:32
HESEKÊ

Hemleya paqijiyê ya giştî ku ji aliyê TEV-DEM’ê ve hate birêxistinkirin, ji 28'ê Adarê ve li bajar û navçeyên kantona Hesekê berdewam dike û îro jî li navçeya Şedadê ya li başûrê Hesekê hemle didome.   

Hemleya paqijiyê li bi dirûşma "Bila bajarê min xweşik bimîne" bi beşdariya bi dehan endamên saziyên sivîl û xebatkarên şaredariya gel li ber deriyê meclisa navçeyê dest pê kir.

/ar/uploads/files/2022/04/11/103546_img_2501.webp

Rêveberekî TEV-DEM’ê ê navçeyê Elî El-Dexîl diyar kir ku hemle dê rojekê bidome û li kolanên sereke, taxa Bakur, kolana Baxçeyê Zarokan, Parka Rêber Ocalan û Kolana Elawî El-Salih dewam dike.

/ar/uploads/files/2022/04/11/103600_img_2507.webp

Hemleya paqijiyê ya di roja xwe ya 14’emîn de didome. TEV-DEM di 28'ê Adarê de hemleya paqijiyê dabû destpêkirin û li bajarên Qamişlo û Hesekê bi sedan şênî, endamên komînan, meclis, Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şaredariyên gel beşdar bûn.

(dx)

ANHA