Li Reqayê kesekî ku dizî dikir, hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh li Reqayê kesekî ku dizî dikir, girt û radestî Dozgeriya Giştî kir.

Li Reqayê kesekî ku dizî dikir, hate girtin
11 nîsan, 2022   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî têkildarî mijarê ev daxuyanî da: "Welatiyekî navenda ewlekariyê agahdar kir ku pere ji dikana wî ya li taxa Sînaa ya bajarê Reqayê hatiye dizîn. Li ser vê yekê Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan rewş şopand û agahî kom kirin. Di encamê de bi ser mala gumanbarekî de girt û pereyê hatiye dizîn (4 hezar 320 dolar) li ser wî peyda bû.

Piştî lêpirsînê, gumanbar li xwe mikur hat ku wî pere dizîye. Hêzên ewlekariyê diz radestî Dozgeriya Giştî kir da ku li gorî qanûnan were cezakirin."

(eh)