​​​​​​​Serokwezîrê Awisturyayê dê îro serdana Moskovê bike

Serokwezîrê Awisturayê Karl Nehammer dê îro serdana Moskovê bike. Ji destpêka tevgerên leşkerî yên Rûsyayê yên li Ukraynayê cara ewilî ye serdaneke wiha pêk tê.

​​​​​​​Serokwezîrê Awisturyayê dê îro serdana Moskovê bike
11 nîsan, 2022   09:05
NAVENDEA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Awisturyayê Karl Nehammer ragihand ku ew ê îro serdana Moskov bike da ku bi serokê Rûsyayê re Vladimîr Pûtîn re nîqaşa rawestandina tevgerên leşkerî yên li Ukraynayê bike.

Nehammer têkildarî serdana xwe ya Moskovê serokê Komseriya Bilind a Ewropayê, Parlamentoya Ewropayê, serokwezîrê Almanyayê, serokkomarê Tirk û serokê Ukraynayê jî agahdar kirine.

Nehamer duh serdana Ukraynayê kiribû û bi serok Volodimîr Zelensky re civiya. Zelensky duh gotibû "Hefteya bê dê gelekî dijwar be.”

Desthilata Ukraynayê her tim îşaretê pê dike ku li rojhilatê welat, şerekî giran li pêşiya wan e.

Serfermandar jî duh daxuyandibû ku hêzên Rûsyayê xwe ji bo zêdekirina liv û tevgerên li rojhilat û kontrolkirina tevahiya herêma Donbassê amade dike.

Duh jî şêwirmendê Zelensky Mixaîlo Podolyak ragihandibû ku welat ji şerên giran re amade ye, bi taybet li Donbassê.

Artêşa Ukraynayê jî wiha ragihand: "Îhtîmal e ku dijmin ji bo astengkirina gihandina kel û pelan ji bo cihên şer, binesaziya veguhastinê bombebaran bike. Hêzên Rûsyayê ji bo kontrola xwe ya tam li ser başûrê bajarê Mariupolê, êrişên xwe didomînin.”

Ji dema ku Rûsyayê hêzên xwe ji derdora Kîev û herêmên bakur vekişandin, wê ragihand ku armancên wê yên sereke li herêma rojhilatê welat, bi taybet li Donbassê ku beşek ji wê ji sala 2014'an ve ji aliyê "cudaxwazan" ve hatiye kontrolkirin.

Wezîrên karên derve yên Yekitiya Ewropayê dê di civîna roja duşemê de li Luksemburgê li ser qonaxa şeşemîn a sizayan li dijî Moskow gotûbêj bikin, lê dê kirîna neft û gazê negire nav xwe.

Li gorî berpirsekî ewropî, nûnerê Yekitiya Ewropayê Josep Borrell di civîna bê de niyeta xwe ji bo destpêkirina gotûbêjan li ser danîna ambargoya petrolê anî ziman, lê ti pêşniyarek fermî nehatiye kirin, li gorî berpirsekî payebilind ê Ewropî.

Ev gotûbêj di demekê de ku Banka Cîhanê pêşbîniyên karesatê ji bo Ukraynayê belav kiriye û destnîşan kir ku aboriya vî welatî dê îsal ji ber şer ji sedî 45,1 kêm bibe.

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg got, NATO planan amade dike ku hêzeke leşkerî ya daîmî li sînorên xwe bicih bike da ku pêşî li êrişeke nû ya Rûsyayê bigire. Stoltenberg her wiha da zanîn ku ev hêza nû encamên demdirêj ên dagirkirina Ukraynayê ye.

(eh-dx)