Pisporê karûbarên lîbyayî sedemên paşdexistina hilbijartinan eşkere kirin

Rojnamevanê taybet bi karûbarên Lîbyayê Hadî Rebî diyar kir ku paşdexistina hilbijartinên Lîbyayê vedigere nexwesteka civaka navneteweyî ya lidarxistina hilbijartinan, ew jî ji ber hebûna hin namzetan di lîsteyê de mîna Seyf El-Îslam û Xelîfa Hefter ku têkiliya wan bi Rûsyayê re, xurt e.

Pisporê karûbarên lîbyayî sedemên paşdexistina hilbijartinan eşkere kirin
11 nîsan, 2022   06:56
QAHÎRE – EMANÎ EZAM

Partî û komên lîbyayî hişyarî ji encamên paşdexistina hilbijartinên serokatî û zagonî li welat da ku li gorî hatibû payîn diviyabû di 24`ê Kanûna 2021`an de bihata lidarxistin.

‛NEXWESTEKA NAVNETEWEYÎ’

Têkildarî mijarê rojnamevanê taybet bi dosyaya Lîbyayê Hadî Rebî got, ji destpêkê ve divê çi bû, çi li Lîbya hate guhartin û çima hate guhartin were naskirin û wiha got: "Lîbya ber bi hilbijartinên niştîmanî yên giştî ve di 24`ê Kanûna borî de diçû, lê ev yek bi sedema hêzên Qahîre ku nehatiye ragihandin ev hêz çi ye, pêk nehat. Tenê lêkolînên hin şîrovekaran an jî belavokên ku bi çavkaniyek eşkere nehatine veguheztin razî bûn, ku dibêjin hêza milîsan, metirsiyên ewlehiyê û hwd bûne sedema hêza Qahîre."

Rebî ji ANHA`yê re wiha axivî: "Paşdexistina hilbijartinan ne ji ber van sedeman bû. Ji ber rewşa ewlehiyê ne biyanî ye û tiştê nû tune ye û pêdiviya hêviya ber bi başbûnê ve bi salan heye. Dibe di demeke nêz de hilbijartin neyên lidarxistin. Tevî vê yekê jî tu binpêkirinên mezin çênebûn ku hilbijartin li dar nekevin û tişta ku çêbûye rewşeke xwezayî ye di dewleteke weke Lîbyayê de ku 12 salan di nava rewşên şer de dijî."

Li gorî Rebî, sedema rasteqîn nexwesteka civaka navneteweyî ya lidarxistina hilbijartinan heye ku hin namzet di lîsteyê de hene weke Seyf El-Îslam û Xelîfa Hefter ku têkiliya wan bi Rûsyayê re xurt e.

Rebî teqez kir ku çi tedbîr nekevin berjewendiya Lîbyayê tedbîrên bê sûd in.

Rebî wiha domand: "Bê guman avakirina hikumeteke nû ji derveyî hikumeta El-Debîbe rewşeke neçar ji bo binketina El-Debîbe bû. Lê hikumeta ku parlamento ava kir rastiyê derbas nake. Ji ber ji hikumeta El-Debîbe xerabtir e. Bi vê yekê nelidarxistina hilbijartinan ji demeke dirêjtir re misoger dike û dibe ku parlemento di cihê xwe de berdewam bike. Tevî ku ev hikumet rewa ye, ji parlementoya rewa hate avakirin û bi erêkirina gelê Lîbyayê ye, lê rêbaza avakirina wê û hilbijartina navan tê de pirsgirêkeke mezin e ku dihêle tenê êşbir be."

Rebî destnîşan kir ku redkirina radestkirina El-Debîbe ji serdestiyê re rewşeke xwezayî ye, heger ne ji cemidandina navneteweyî ji dosyaya Lîbyayê re bûya ku bi dosyayên din weke Ukrayna û Rûsyayê re mijûl dibe, dê şerekî mezin di navbera her du aliyan de derketiba, lê tişta ku li Benxazî û Sebha çêbû ne wergirtin û radestkirin e, di wateya qanûnî de, ji bilî tişta ku çêbûye û çawa van hêzan baregeh desteser kirin,  ev herêm her tim bi rêya hêzên çekdar di bin serweriya meclisa parlamentoyê de bû. Têkiliya El-Debîbe û hikumeta wî bi vê yekê re tune bû, tenê tişta bûye bidawîkirina girêdayîna nav bû.

‛RÊVEBERIYA NAVNETEWEYÎ JI ALOZIYÊ RE’

Der barê diyaloga navber Paşaxa û El-Debîbe de Rebî ev titş got: "Ev diyalog divê Paşaxa ne di nav de bûya, ji ber ew yek îtîrafkirina bi El-Deîbe bû û diviyabû diyaloga bi wî re bihata redkirin, ji ber ew rewa ye û bi erkeke qanûnî hatiye erkdarkirin. Diyaloga bi wî re dê tecrubeya meclisa parlamentoyê bi meclisa dewletê re dubare bike ku rewabûn da meclisa dewletê ku ji sala 2014`an ve winda kiribû. Diviyabû Paşaxa bi awayekî fermkî erkdarkirin ji meclisa parlamentoyê bixwesta ku bi çi rêbazî be derbasî paytextê bibe û vê yekê jî dê zextek li ser El-Debîbe çêbikira û paşê diyaloga di navbera wan û meclisa parlamenotyê de dê bi temamî hatiba redkirin."

Ya duyemîn jî li gorî Rebî, navbeynkariya navneteweyî tê wateya rêveberiya navneteweyî ji aloziyê re û ev jî tê wateya ku dê di demeke nêz de çareser nebe.

Ya sêyemîn jî ku tişta El-Debîbe dixwaze ne di destê Paşaxa de ye, lê belê di destê meclisa parlamentoyê de ye. El-Debibe garantiyan dixwaze ku dadgeh wî neşopîne û bihêle di hilbijartinên pêş de xwe hilbijêre.

Rojnamevanê taybet bi karûbarên Lîbyayê Hadî Rebî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber ku vê diyalogê dest pê kiriye, dê radestkirin û wergirtin çêbibe. Lê belê pêdiviya vê yekê bi demekê heye ku girêdayînbûna biyanî ji serokê nû re garantî bike, her wiha li aliyekî din jî garantî bike ku ji aliyê ewlehiyê ve neyê şopandin û sûcên gendeliyê neyên eşkerekirin."

 (bx)

ANHA