ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN  A 11-04-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN  A 11-04-2022
10 nîsan, 2022   23:00

-Siyasetmedarên ji herêma Firatê îşaret xeteriya hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re da û got, artêş û îstîxbarata Tirk li Başûrê Kurdistanê ne çi bixwazin dikarin pêk bînin. Siyasetmedaran bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî van siyasetan rabin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hevserokê Meclisa Leşkerî ya herêma Cizîrê da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji zêdebûna êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şantajkirina hêzên leşkerî, tevgera xwe ya diplomatîk li derve berdewam bike ku rûbera dagirkeriya xwe berfireh bike û girêdayî vê yekê sûdê ji mijûlbûna cîhanê ji şerê Ukrayna – Rûsyayê digire. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê parçeyên laşên gelek zarokan hatin qutkirin, ji ber wê Rêveberiya Xweser li herêma Firatê dest bi projeya leckirina parçeyên laşên zarokan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hiqûqnasê taybet bi qanûna navneteweyî û mirovî da zanîn ku bersivdana gel û destekdayîna bi pêngava komkirina îmzeyan re ya ji bo derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" asta girêdana gel bi PKK’ê re misoger dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

-Profesorê iraqî Dr. Sadiq Atmîş diyar kir ku Iraq ber bi rewşeke ne diyar ve diçe û partiyên desthilatdar ên Iraqê çi Ereb û çi Kurd li berjewendiyên neteweyî nafikirin. Her wiha anî ziman ku Tirkiye ji rewşa Iraqê sûd werdigire da ku armanca xwe pêk bîne.

CÎHAN

-Rojnamevanê taybet bi karûbarên Lîbyayê Hadî Rebî diyar kir ku paşdexistina hilbijartinên Lîbyayê vedigere nexwesteka civaka navneteweyî ya lidarxistina hilbijartinan, ew jî ji ber hebûna hin namzetan di lîsteyê de mîna Seyf El-Îslam û Xelîfa Hefter ku têkiliya wan bi Rûsyayê re, xurt e.

JIN

-Dayika Uwêş bi awayekî xwezayî, bêyî zanabûn û têgihîştin, îsyanek li hember koletî û zihniyeta desthilat ava kir. Bi kesayeta wê re jinan rêya xwendin û rêbazên şer nas kirin û di kesayetên keç û xortên xwe de çandin. Bandoreke wê ya erênî li ser tevahî dayikên Kurdistanî di avakirina kesayetên şoreşger û têkoşer de hebû.

CIVAK Û JIYAN

- Ji bo ku debara jiyana xwe bike û li dijî dorpêça hikumeta Şamê li ber xwe bide welatiyê bi navê Ebdulmenan Reşo li taxa Şêxmeqsûd pez û mirîşkan xwedî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Beriya çend rojan herêm rastî ecacekê hat ku ziyan gihand çandiniya bejî û sebzeyan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA