​​​​​​​Artêşa Îsraîlê li Xezayê jinek filistînî qetil kir

Artêşa Îsraîlê li herêma Xelîl a Xezayê bi îdiaya "filistîniyekê hewl daye bi kêrê êriş bike" qetil kir. Bi wê yekê îro bû du jinên filistînî ku artêşa Îsralê qetil dike.

​​​​​​​Artêşa Îsraîlê li Xezayê jinek filistînî qetil kir
10 nîsan, 2022   19:02
XEZA

Çavkaniyên tenduristî ragihand ku piştî artêşa Îsraîlê li derdora mizgefta El-Îbrahîmî ya li Xelîl a Xezayê gule avêt wê filintiniyê, şehîd bû.

Çavkaniyên Îsraîlî jî gotin, wê jinê bi kêrê êriş biriye ser efserekî û ew efser birîndar kir.

Heta niha nasnameya wê jinê nehatiye naskirin, lê di heman rojê de artêşa Îsraîlê jina bi navê  Xada Sibatîn (45) û dayika 6 zarokan kuştibûn.

Li gor çavkaniyên Filestînî Xada bi awayekî rasterast hatiye gulebarankirin, lê Îsraîl dibêje ku wê hewil daye bi kêrê êriş bike.

Li Filestînê nearamiyeke heye û çavdêr dibêjin ku dibe di nava çend rojên bê de rageşiyek çêbibe.