​​​​​​​Panorama hefteyê: Îran hewl dide cihê Rûsya dagire, li Tunisê boykota Tirkiyê

Piştî vekişîna komên alîgirên Rûsya, komên îranê li deverên stratejîk ên Sûriyê belav bûn. Ev yek wekî "Dagirtina valahiyê" hate wesifandin ku bi mijulbûna Rûsya bi şerê li Ukraynayê pêk hat. Li aliyekî din bangên boykotkirina kelûpelên Tirkiyê li Tunisê zêde dibin.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Îran hewl dide cihê Rûsya dagire, li Tunisê boykota Tirkiyê
10 nîsan, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî bal kişandin ser belavbûna komên alîgirên Îranê li Sûriyê, aloziya di navbera Tunis û Tirkiyê de, her wiha agirbesta li Yemenê.

`ÎRAN HEWL DIDE BI LEZ VALAHIYA JI RÛSYAYÊ YA LI SÛRIYÊ DAGIRE`

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Piştî vekişîna komên alîgirên Rûsyayê, milîsên Îranê li nuqteyên stratejîk ên li Sûriyê belav bûn. Ev yek wek hewldaneke Tehranê ku bi lez valahiya Rûsyayê li Sûriyê dagire, hat hesibandin ku ji ber mijûlbûna wê bi Ukraynayê çêbûye.

Çavkaniyan diyar kir ku sewqiyatên Pasdarên Îranê ku ji 40 wesayîtan û gelek endamên Hizbullahê, wesayîtên Firqeya 4`an, hêzên rejîma Sûriyê û bi dehan endamên wê di 2 rojên dawîn de gihaştine depoyên leşkerî yên Mehîn ên li rojhilatê Himsê, piştî ku hêzên Rûsyayê Fagnir û 200 endamên Feyleqa 5`an a alîgirê Rûsyayê bi temamî jê vekişîn.”

 ‘REXNEYÊN ERDOGAN DÎSA BÛN SEDEMA BANGA BOYKOTKIRINA KEL Û PELÊN TIRKIYÊ’

Rojnameya El-Ereb der barê aloziya Tunis û Tirkiyê de wiha nivîsî: “Li ser torên medyaya civakî banga boykotkirina kel û pelên Tirkiyê zêde bûne ku ziyaneke mezin gihandiye pîşesazî û aboriya Tunisê. Her wiha kel û pelên Tirkiyê li bazarên Tunisê belav bûne û rê li pêşbaziya li Lîbyayê qut kir.

Li ser torên medyaya civakî banga boykotkirina hemû kel û pelên Tirkiyê hat kirin, ji bo ku kel û pelên Tirkiyê li Tunisê belav nebin û ji bo rawestandina kontrolkirina Tirkiyê li ser bazara Tûnisê.”

‘TÊKILDARÎ AGIRBESTÊ NEREHETIYEKE NETEWEYÎ HEYE’

Der barê kar û barên Yemenê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Nûnerê NY’yê yê Yemenê Hans Grundberg duh li ser agirbesta li Yemenê fikarên xwe anî ziman û got erka berpirsyariyê dikeve ser milê heman aliyan. Şêwir dê heta dawiya Gulanê dewam bike da ku diyalogên siyasî bi ser bikevin û agirbest pêk were.

Li aliyekî din jî di dirêjahiya 6 salên derbasbûyî de, li Yemenê ev yekemîn agirbest e.”