Bêrîtan Sarya: Iraq li Şengalê bi çêkirina dîwar tev li qirkirina Kurdan dibe

Rojnamevan Bêrîtan Sarya diyar kir ku Iraq jî bi  dîwarê li Şengalê tê lêkirin re tev li konsepta qirkirina Kurdan a bi pêşengiya  dewleta Tirk û PDK'ê dibe  û destnîşan kir ku planên nû hene ku gelên Şengalê li hemberî hev sor bikin.

Bêrîtan Sarya: Iraq li Şengalê bi çêkirina dîwar tev li qirkirina Kurdan dibe
9 nîsan, 2022   23:38
QAMIŞLO – HEVAL TAYLAN

Hikumeta Iraqê ji 30’ê Adarê ve li ser sînorê Şengal-Rojava zemîna komkujiyên nû yên li ser êzidiyan bi dîwar û çeperan datîne. Li Şengalê di demekê de ku PDK ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve sewqiyatê dike, dîwar tê lêkirin û agahî hene ku dê bi dewleta Tirk re tev li êrişeke nû ya berfireh a dagirkeriyê bibe.

Rojnamevan Bêrîtan Sarya, dîwarê di navbera Şengal û Rojava de û geşedanên beriya 30'ê Adarê û piştî wê ji ajansa me re nirxandin.

'DEWLETA TIRK DÎWAR FÎNANSE DIKE'

Bêrîtan Sarya dîwar wek "parçeyek ji projeya temamkirina qirkirina Kurdan" pênase kir û got: "Nêzî 250 kîlometre dîwar bi bilindahiya 3 metre û qalindiya 75 santîman di navbera herêmên Rêveberiya Xweser a Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê de tê çêkirin. Tê diyarkirin ku ev dîwar dê di nava 2 mehan de biqede. Ev rewşeke metirsîdar e. A rast pir zelal e ku beşek ji projeya temamkirina qirkirina Kurdan e û dewleta Tirk û PDK li pişt vê projeyê ne. Tê diyarkirin ku dewleta Tirk çêkirina dîwar fînanse dike."

Bêrîtan Sarya geşedanên li Şengalê yên beriya komkujiya DAIŞ'ê û piştî wê bi bîr xistin û wiha axivî: "Tê zanîn ku di 3'yê Tebaxa 2014'an de li Şengalê ji aliyê DAIŞ'ê ve qirkirinek hat kirin. Di serî de dewleta Iraqê û piştre jî di roja qirkirinê de PDK êzidî bi qirkirina DAIŞ'ê re rû bi rû hiştin. Hêzên YPG-YPJ'ê û gerîla li dijî DAIŞ'ê şer kir û xwe gihandin herêmê. Tevî hemû zext û zoriyên PDK'ê yên beriya komkujiyê jî, wan 9 gerîlayên ku karîbû xwe bigihînin herêmê, piraniya gel ji qirkirinê rizgar kir. Wê demê êzidiyên derbasî Rojava bûn, bi YPG-YPJ û gerîla re berxwedan bi rêxistin kirin û sala 2015'an YBŞ-YJŞ û Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ava kirin. Lê belê Şengal piştî ku sala 2015'an ji DAIŞ'ê rizgar bû, hem bû  hedefa PDK'ê hem jî bû hedefa dewleta Tirk. PDK bi her awayî hevkarê vê ye. Dewleta Iraqê berê li dijî vê konseptê li ber xwe da, lê ji sala 2020'an ve bi însîyatîfên cuda yên dewleta Tirk û hin peywirên ku DYA'yê dane Iraqê, di nav vê konseptê de cih girt. Di 9'ê Cotmeha 2020'an de, di salvegera Komploya Navneteweyî de hevpeymana Şengalê ya ku armanc dike îradeya rêveberiya xweser bi temamî ji holê rake, îlan kirin. Lê belê êzidiyan, bi taybetî yên di qirkirinê re derbas bûne, diyar kir ku ew vê peymanê nas nakin û berxwedana xwe heta roja îro dewam kirin."

'ARMANC EV E KU ŞENGALÊ BÊ PARASTIN BIHÊLIN'

Bêrîtan Sarya têkildarî armanca çêkirina dîwar jî got: "Niha jî bi vî dîwarî ji bo şikandina vê berxwedanê gavekê diavêjin û hewl didin Kurdan ji hev dûr bixin. Hêzên Rojava YPG-YPJ bi hawara Şengalê de hatibûn. Bi vî rengî ji bo Şengalê ji Rojava veqetînin, êzidiyan li wir ji Kurdên Rojava veqetînin û wan bêhtir bê parastin bikin, vî dîwarî lêdikin. Bi vê yekê, hewl didin li hemû parçeyên Kurdistanê qirkirina Kurdan temam bikin û qirkirina fîzîkî bibin serî. Jixwe êzidiyan li dijî peymana Şengalê ya 9'ê Cotmeha 2020'an bertekên xwe danîne holê û li ber xwe didin. PDK hewl dide fermana 74'an a êzidiyan bi dewleta Tirk û dewleta Iraqê re amade bike.”

'EV HIŞMENDÎ HIŞMENDIYA DEWLETA TIRK Û PDK'Ê YE'

Bêrîtan Sarya da zanîn ku Iraq di vê pratîkê de xwedî hişmendiya dewleta Tirk û PDK'ê ye û ev mînak dan: "Dewleta Tirk di navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de dîwar lêkiriye. PDK'ê di salên 2014-2015 'an de xendek kolandin. Piştî  serdana Nêçîrvan Barzanî ya Îlona 2020'an a li Tirkiyê, li ser sînorê Dêrik û  Başûr zêdetirî 60 baregeh ava kirin. Li hin herêman jî mîna li Çiyayê Bêxêr bi Tirkan re baregeh ava kirin û balafirên keşfê firandin. Li gorî agahiyên me girtine, leşkerên Tirk tînin van herêman û di van baregehan de ku PDK'ê ava kirine, bi cih dikin. Çawa ku 100 sal berê Kurdistan kirin 4 parçe, îro jî ev yek ji aliyê dewleta Tirk-PDK'ê ve tê domandin. Bi ya min sedema ku dewleta Iraqê vê dike, hişmendiya dewleta Tirk û PDK'ê ye."

Bêrîtan Sarya da zanîn ku hikumeta Iraqê ji bo îzolekirina gundên Ereban ên li Şengalê jî dixebite û wiha pê de çû: “Meseleyeke din jî têl in û gelekî girîng e. Di rojên dawîn de li 5 kîlometreyan sînor têlan datînin û gundên Ereban ên li wê derê hatine dorpêçkirin. Ereb û êzidiyên Şengalê li dijî vê derdikevin. 7-8 gundên Ereban ên li ser sînor ên li Şengalê dê di navbera dîwar û têlan de bimînin. Medîban gundê herî mezin ê Ereban ê li wê derê ye. Ji Medîbanê heta Bîrqasimê têlan datînin. Bi vî rengî êzidiyan û Erebên li wir dê ji hev bên qutkirin."

PLANA TESFIYEKIRINA MECLISA XWESER

Têkildarî xetereya ji ber qutkirina gundên Ereban jî Bêrîtan Sarya got: "Ev siyaseteke pir xeternak e, ji ber ku Şengal tesfiyekirina Meclisa Xweseriya Demokratîk armanc dike. Ev meclis ji 111 nûneran pêk tê û Ereb jî tê de ne. Erebên li gundên li vê herêmê xwedî meclisên xwe ne, bi rêxistin in û  di nava Rêveberiya Xweser a Şengalê de cih digirin, wek Meclisa Xeta Ereban tê zanîn. Li wan gundan şervanên YBŞ-YJŞ'ê jî hene. Yanî projeyeke tesfiyekirina vîna Rêveberiya Xweser e ku bi biryardariyeke mezin bi destê gelên ji qirkirinê xelas bûne, hatiye avakirin. Erebên li wê herêmê dijîn, li dijî vê rewşê xwepêşandan li dar xistin û gotin tiştekî wiha dê hem pirsgirêkên aborî hem jî yên civakî çêke.

Her wiha rûspiyên êzidiyan gelek caran li ser vê diaxivin. Diyar kirin ku PDK'ê piştî Til Xezîrê û komkujiyên din ên sala 2007'an bêhtir li herêmê bi cih bû, hewl da Ereb û êzidiyan li hember hev sor bike, bi taybetî li nuqteyên kontrolê heqaretê li Ereban dike û hewl da bike dijminê êzidiyan. Ji ber ku siyaseta niha jî vê yekê piştrast dike. Di dema dirêj de ne tenê projeyên tesfiyekirina Rêveberiya Xweser hene, her wiha gelan jî li hemberî hev spr dikin. Ev jî gelekî xeternak e."

Bêrîtan Sarya bal kişand ser rewşa Şengalê û planên hevpar ên hêzên navneteweyî, dewleta Tirk û PDK'ê wiha şîrove kirin: “Hêzên serdest beşek ji wê konseptê ne. NY garantora peymana 9'ê Cotmeha 2020’an e. DYA dîsa li pişt perdeyan e. Dewleta Tirk, her kes dizane armanca wê ya herî mezin a niha ew e ku Kurdan qir bike. PDK hevkara herî sereke ta dewleta Tirk e. Bi rastî jî li wê herêmê fermaneke 74'an tê amadekirin û rewşa heyî ji rewşa li seranserê Kurdistanê ne cuda ye. Îro birêz Abdullah Ocalan di nava tecrîdeke pir giran de ye. Sîstema îşkenceyê ya li Îmraliyê bû 23 sal û salek e agahî jê nayên bihîstin. Bi taybetî li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û li her derê êrişên dagirkeriyê hene. Salvegera êrişên dagirkeriyê yên Avaşîn-Metîna-Zê jî nêz dibe. Di nava salekê de dewleta Tirk bi hemû derfetên NATO'yê êriş kir, çekên qedexekirî jî bi kar anîn, lê nekarî vîna gerîla bişikîne. Ji gelek nuqteyan vekişiya, lê êriş nesekinîn. Niha planeke êrişê ya pir tevlihevtir heye ku PDK jî di nav de ye. Ev yek hatiye deşîfrekirin."

'PDK XIZMETKARA DILXWAZ A QIRKIRINÊ YE'

Rojnamevan Bêrîtan Sarya li ser pêkanînên PDK'ê yên li Başûrê Kurdistanê û amadekariyên tevlêbûna êrişên nû yên dewleta Tirk jî ev agahî dan: “Êrişên dagirkeriyê yên nû ku PDK jî di nav de ye, tên amadekirin. Bi rojan leşker li herêmê, ber bi Çelê, Qileban û Colemêrgê ve hatin sewqkirin. Mînak, duh (5'ê Nîsanê) jî agahî hat ku helîkopter û leşker ber bi Başûr ve tên şandin. Ev deşîfre bûye, lê em nizanin heta çi astê PDK bikeve nava şer an na, lê jixwe PDK di nava şer de ye. Dewleta Tirk li Başûr 5 baregehên mezin û 38 baregehên leşkerî ava kirine. Gundên Başûr vala dike, gefê li gundiyan dixwe, çekên kîmyewî bi kar tîne, daristanan tune dike, daran dibire û difiroşe. PDK jî li şûna ku bertekê nîşanî vê yekê bide, PKK’ê dike hedef.

A rast, Başûrê Kurdistanê dide dagirkirin. Mexmûr û Şengalê dike hedef.  Pêkhateya bingehîn a peymana Şengalê, PDK ye. Polîtîkayeke xeternak dimeşîne. Ew xizmetkara herî mezin û dilxwaz a polîtîkaya qirkirina Kurdan a dewleta Tirk e. Yanî rewşa Şengalê ji pêşketinên li tevahiya Kurdistanê ne cuda ye."

HEWLDANÊN PDK'Ê YÊN DI KRÎZA LI IRAQÊ DE

Bêrîtan Sarya hewldanên PDK'ê yên ji bo qelskirina YNK'ê û polîtîkayên wê yên li gelemperiya Iraqê jî nirxandin û got: “Xeteriya PDK'ê ya  li ser Kurdistanê û Kurdan tenê bi êrişên li ser PKK'ê re ne sînordar e. Di konjonktura heyî de rewşên nû hene. Li Iraqê li ser hilbijartinên serokkomariyê û avakirina hikumetê krîz heye. YNK ji sala 2005’an ve di tevahiya hilbijartinan de bernamzetê serokkomariyê diyar kiriye û Kurd jî weke blok xwe tev lê bûne. Lê ev 2 hilbijartinên dawiyê PDK bi xwe namzetan diyar dike. Di hilbijartina 10'ê Cotmehê de jî PDK'ê heman tişt kir. Namzetê wê yê yekemîn nehat qebûlkirin. Niha jî namzetê PDK’ê yê serokkomariyê endamekî bere yê Parastinê Rêber Ehmed e. Beriya niha wezîrê karê hundir ê Başûrê Kurdistanê bû û bi rastî jî bi Tirkiy û bi NATO'yê re dikare her cure karên qirêjî bike. Dixwaze di vê krîza serokkomariyê de YNK'ê bê bandor bike. Bi Muqteda El-Sedr re bi navê 'Hevbendiya Nîştimanî ya Rizgariyê' ya sunniyan blokek ava kirin. Niha Iraq di navbera wê, Koordînasyona Şîe û YNK’ê de bûye 3 parçe.”

DEWLETA TIRK-ÎSRAÎL-ÎRAN Û PDK

Bêrîtan Sarya got:  "Li Iraqê krîz heye. Xuya ye hêzên navneteweyî, Îsraîl û Tirkiye jî di nav de ne û destekê didinê. Destwerdaneke Îsraîl-Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê heye. Hewl didin li wir bandora Îranê bişikînin. Bi taybetî jî dema mijar dibe enerjî. Bi şerê Rûsya û Ukraynayê re mudaxeleyek heye. Dixwazin Iraqê ji bo vê bi kar bînin. Wisa dixuye ku hin soz dane Sadr jî.  Ev polîtîkayên PDK'ê jî gelekî xeternak in. Di meha Adarê de me dît ku Îranê çawa li Hewlêrê xist. Gotin MOSSAD li vir bûye. Her wiha hin çavkanî û ajansên Îranê got MÎT jî li wir bûye. Niha PDK ji bilî Kurdan xwedî her cure têkiliyan e. Başûrê Kurdistanê ji dagirkeriyên mezintir re vedike. Heke sibê PDK destekê bide êrişa dagirkeriyê ya li ser PKK'ê, dewleta Tirk jî dikare herêmên gelekî mezintir ên Başûr dagir bike. Îran jî dikare êrişan pêk bîne. Ev polîtîkayên gelekî xeternak in."

Her wiha rojnamevan Bêrîtan Sarya li ser armanca sereke ya PDK'ê ev pirs kirin: "Niha PDK dibêje ew hêzeke Kurd e. Rojava nas nake. Heta îro li Hewlerê nûnertiya Rêveberiya Xweser nikare were vekirin. Xebatkarên Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen revandin û demeke dirêj ew girtibûn. Li dijî PKK'ê şer îlan kiriye. Mudaxeleyê li YNK'ê dike. Diêbje 'PKK statuya Başûr dike hedef’. Heke em bala xwe bidin van geşedanên ku em li ser diaxivin, gelo PDK li ser statuya Başûr bazaran dike? Ez vê yekê ji bo hin ferdên malbata Barzanî dibêjim. Baş e tevgereke ku hemû Kurdan bê bandor bike, qirkirina Kurdan bike armanc û êrişî Kurdan bike, dê statuya Başûr çawa biparêze? Her carê radibin û dibêjin PKK statuya Başûr dike hedef, lê bi rastî jî ji ber van hemû planan mirov dibêje gelo ew dev ji statuya federasyonê berdidin? Ji ber ku Iraq êdî hildikele û dibe ku bibe Ukraynaya duyemîn. Siyaseta PDK'ê Başûr li ber dagirkeriyên mezintir vekirî dihêle û wê dike qada şerekî mezintir."

ANHA