​​​​​​​Jin li Şêxmeqsûdê bi rêbazên xwe yên taybet li hember dorpêçê li ber xwe didin

Jinên li taxa Şêxmeqsûd bi çêkirina nanê sêlê, li hember ambargoyê disekinin ku hikumeta Şamê li ser taxê ferz kiriye û bersiv didin siyasetên derexlaqî yên hikumeta Şamê yên li dijî welatiyên li taxê.

​​​​​​​Jin li Şêxmeqsûdê bi rêbazên xwe yên taybet li hember dorpêçê li ber xwe didin
10 nîsan, 2022   01:55
HELEB-MIHEMED EBDO

Hikumeta Şamê bi rêya bendên kontrolê ambargoya li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê didomîne. Tevî ku meha Remezanê ye lê nahêle ard derbasî taxê bibe. Di encamê de 200 hezar kes bê nan mane.

Di berxwedana taxa Şêxmeqsûd de, jin pêşeng bûn û bi rêbazên herî guncaw tiştek ji malbatên xwe kêm nedikirin.

Li hember dorpêça ku hikumeta Şamê li taxê ferz kiriye, jinan bi arda ku depo kiriye, li ser banên malan nan çêdikin.

Li gel tunebûna sotemeniyê jî, êzingên ku kom kirine, ji bo pêjandina nanê sêlê bi kar tînin.

/kr/uploads/files/2022/04/09/170954_-.webp

Di vê çarçoveyê de gelek jinên taxê ji ajansa me re axivîn. Heyat Horo û Heyat Şêxo di destpêka axaftina xwe de îşaret bi gotina rêber Abdullah Ocalan a “Jin dikare ji tunebûnê hebûnê çêke” kir.

Heyat Şêxo got: “Li gel ambargo û êrişên domdar ên li dijî herêmê di salên derbasbûyî de, me her tim hesabê xwe dikir û madeyên xwarinê depo dikirin.”

Di encama ambargoya hikumeta Şamê de li ser taxê, şêniyên taxê, madeyên pêwîst mîna, ard, genim û birinc depo kirine.

Heyat wiha domand: “Ev ne cara yekê ye ku ji ber dorpêça hikumeta Şamê nan li taxê qut dibe. Em ji şert û mercên dijwar fêrî berxwedanê bûn, li şûna gazincan, em nan ji zarokên xwe re çêdikin.”

Heyat Şêxo destnîşan kir ku ew serî ji kesekî re natewînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Taxa Şêxmeqsûd taxa berxwedanê ye û ev berxwedan dê berdewam bike.”

`CÎRAN NAN Û XWARINÊ LI HEV PARVE DIKIN`

/kr/uploads/files/2022/04/09/171020_1.webp

Heyat Horo jî got ji ber dorpêçê sotemenî û derman di zivistanê de li taxê qut bûn û nexweşî belav bûn. Niha jî nahêle ard derbasî taxê bibe û di encamê de nan qut bû.

Heyat Horo ev li gotina xwe zêde kir: “Di malbatê de jin kar û barên malbatê bi rê ve dibin. Jin ji tunebûnê hebûnê çêdikin. Ji êrişên li ser taxê û heta îro me rewşên gelek zehmet derbas kirin û li ber xwe da.”

Heyat Horo îşaret bi jiyana hevbeş a şêniyên taxê kir û got: “Di rewşên dijwar û zehmet de, cîran xwarin û vexwarinê li hev parve dikin. Ev têkiliyên civakî xurttir dike.”

Heyat Horo diyar kir ku siyaseta birçîkirinê ya hikumeta Şamê wê bi ser nekeve, ji ber ku şêniyên taxê berxwedêr in û rûmeta wan li ser her tiştî ye.

(şx)

ANHA