Fermandarekî QSD: Dewleta Tirk amadekariyên êrişên nû dike

Ji fermandarên QSD'ê Erdal Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker amadekariyên êrişên nû li dijî herêmê dike û got: "Bi hevgirtina gel em ê herêmê biparêzin."

Fermandarekî QSD: Dewleta Tirk amadekariyên êrişên nû dike
10 nîsan, 2022   00:46
EYN ÎSA – DICLE EHMED

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser gundewarên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê zêde kirine û li dirêjahiya eniyên gundewarên rojavayê yên Girê Spî yê dagirkirî û gundewarên rojava û rojhilat ên Eyn Îsayê tevgera xwe zêde kirine. Her wiha û dirêjahiya eniyên bi QSD'ê re, mewzî danîne, xendeq kolandine, baregehên xwe yên leşkerî bi çekên giran wekî moşek, obus, tank, kamereyên çavdêriyê, radar û bi dehan leşker û çeteyên xwe xurt kirine.

Hêzên dagirker rojane gundên Mielek, Cedîda, Xalidiyê, Hoşan, kampa Eyn Îsa, rêya M4 yên dikevin rojavayê Eyn Îsayê, her wiha gundên Seyda yê dikeve bakurê navçeyê bi çekên giran topbaran dikin. Ji ber topbaranê ziyanên canî û madî çêdibin.

/kr/uploads/files/2022/04/09/170202_1111111.webp

Ji fermadnarên QSD'ê yên li eniyên Girê Spî Erdal Kobanê ji ANHA'yê re axivî û got: "Ji destpêka îsal ve, dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêmên zêde kirine. Ev êriş di van rojên dawî de gûrtir bûne. Dagirkeran li dirêjahiya eniyên bi hêzên me re baregehên mezin ava kirine. Her wiha leşkerên xwe yên ku çete birêve dibirin, maşîne û çekên giran sewqî wan baregehan kirine.

Erdal Kobanê diyar kir ku artêşa Tirk li gundê Tîba yê rojavayê Girê Spî, li beramberî gundê Erîdayê baregeheke mezin ava kir û got: "Ev baregeh xeteriyeke mezin li ser herêmê bi giştî û eniyên navçeya Eyn Îsayê bi taybet çêdike. Her wiha stratejiya xwe guhert, leşkerên xwe ji baregeha li gundê Ebdiko yê Mezin û Îlwa û Hîcaziyê yên rojavayê bajarê Girê Spî vekişandin û sewqî baregeha Tîbayê kirin. Dîsa jî çete li eniyên li beramberî QSD'ê bi cih kir."

Erdal Kobanê da zanîn ku dewleta Tirk di krîzeke navxweyî de tengijiye û hewl dide derbasî herêmên wan bikin û wiha dom da axaftina xwe: "Wekî ku ji her kesî re eşkere bûye, li herêmên ku hatine dagirkirin wekî Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê çawa ku çete şerê hev dikin, her komeke çete hewl dide qadekê bixe bin serweriya xwe. Ji ber vê yekê dewleta Tirk hewl dide wan bi êrişên li ser herêmê mijul bike. Piştî ku leşkerên artêşa Tirk ji gundên navborî vekişiyan gelek pirsgirêk di navbera çeteyan de derketin ku gihişt asta şerên dijwar. Di encamê de leşkerên Tirk ên welatiyên ku diçin nava zeviyên xwe yên çandiniyê dikin hedef, belav bûn."

Erdal Kobanê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li gel dijwarkirina êrişên xwe û avakirina baregehên leşkerî, li gundên Kefîfa, Tîba û Ebû Zihûr newziyan bilind dikin û xendeqan dikolin da ku leşkerên xwe biparêze û amadekariyan êrişan bike.

Fermandarê QSD'ê Erdal Kobanê di dawiyê de got: "Em Hêzên Sûriya Demokratîk zarokên vî gelî ne û xwediyên vê xakê ne, em amade ne bersiva her êrişên li ser herêmê bidin û baweriya me bi gelê me xurte ku bi hemû rêbazan piştgiriya me dike."

ANHA