Şêniyên Hesekê: Divê PDK ji planên dewleta Tirk hişyar be

Şêniyên Hesekê têkildarî hişyara KCK`ê ku PDK dê tev li êrişa li dijî gerîla bibe, destnîşan kir ku PDK nûnertiya gelê Kurd nake.

Şêniyên Hesekê: Divê PDK ji planên dewleta Tirk hişyar be
10 nîsan, 2022   03:08
HESEKÊ

Koma Civaka Kurdistanê (KCK) hişyarî dabû ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tev li êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) bibe. KCK`ê 26`ê Adarê têkildarî mijarê daxuyanî dabû û tê de plana nû ya dewleta Tirk a dagirker a bi hevkariya PDK`ê ya li dijî gerîla eşkere kiribû.

KCK`ê tevlêbûna PDK`ê di êrişa li dijî gerîla de, wek sûcekî li dijî serdestiya Başûrê Kurdistanê û destkeftiyên wê bi nav kir. Her wiha bang li parlamentoya Başûrê Kurdistanê û partiyên din kir ku li hember vê komploya dagirkirinê bisekinin û gelê Kurd ji tevgerên PDK`ê hişyar bikin.

`DAGIRKERIYA TIRK Û PDK STRATEJIYÊN NÛ LI DIJÎ GERÎLA PÊK TÎNIN`

/kr/uploads/files/2022/04/09/171204_-small.webp

Şêniyê bi navê Ferhan Dawûd ê ji Hesekê, destnîşan kir ku PDK`ê pêşkêşkirina destekê ji dewleta Tirk a dagirker re didomîne ku êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Nexasim piştî ku dewleta Tirk a dagirker di dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medayayê de bi bin ket ruxmî ku çekên kîmyewî bi kar anîn.

Dawûd wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker tevî PDK`ê dixwazên stratejiyên din li dijî gerîla û çiyayên Kurdistanê pêk bîne, armanc jî şikandina vîna gelê Kurdistanê bi giştî ye.”

Her wiha Dawûd got PKK`ê îdeolojî û siyaseta xwe bi cîhanê da nasandin. Partiyek li ser azadî û demokratiyê ava bûye. Armanc wê bidestxistina mafên hemû gelan û azadiya wan e. Bi nêrîna Dawûd ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker hewl dide vîna PKK`ê bişikîne.

Hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk a dagirker re di hedefgirtina gerîla de ji Nîsana borî ve, rastî nerazîbûnên kurdistaniyan hat. Nexasim piştî ku di kemînekê de li Xelîfan Wezê gerîla şehîd xistin û qebûl nekir ku cenazeyên wan şehîdan radestî malbatên wan bike.

Ferhan Dawûd îşaret bi serdana dawîn a serokê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê û hevdîtina wî bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re li Antalyayê di 12`ê Adarê de kir û got: “Êdî ji hemûyan re diyar bûye ku piştî her serdanê, dewleta Tirk a dagirker êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê û erdnîgariya Kurdistanê dike da ku dagir bike.”

Ferhan Dawûd bang li civaka Kurdistanê kir ku li hember wan planan bisekinin ji ber ku ev plan tenê berjewendiyên dijminên kurdan pêk tînin.

/kr/uploads/files/2022/04/09/171239_-small.webp

Şêniya bi navê Yusra Îliyas a ji Hesekê destnîşan kir ku tevgerên PDK`ê li dijî kurdan in û PKK`ê nûnertiya kurdan dike û wiha domand: “Hemû li dijî PKK`ê û gerîla ne. Ji ber ku mîna wan kesek xwedî fikr û vîn tune ye. Li cem wan xilasiya Kurdistanê û gelên wê ji zordariyê û zulmê heye.”

Yusra wiha pê de çû : “Divê PDK`ê ji planên dewleta Tirk a dagirker dûr keve. Ji ber ku armanca wan têkbirina vîna gelê Kurd e. Divê li şûna vê yekê, ji bo yekitiya kurd bixebite.”

`PÊWÎSTIYA ME BI YEKITIYÊ HEYE`

/kr/uploads/files/2022/04/09/171220_-small_1.webp

Şêniyê bi navê Mehmûd Memê jî diyar kir ku pêwîstiya kurdan bi yekitiyê heye û li ser vê esasê bang li PDK`ê kir ku nebe beşek ji plana dewleta Tirk û got: Divê em hemû kar bikin da ku yekitî pêk were û em wê xurt bikin.

/kr/uploads/files/2022/04/09/171148_-small.webp

Remedan Fetah jî got plana dawîn a dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê berdewama plana hedefgirtina vîna gelê kurd û pêkanîna timayên dewleta Tirk e.

Fetah wiha berdewam kir: “Dema dewleta Tirk di êrişên xwe yên li dijî gerîla de bi bin keve, berê xwe dide çeteyan û aliyên kurd ên ku pê re hevkar in da ku xewna xwe pêk bîne û bandor li PKK û gerîla bike.”

Remedan Fetah bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk û hewldanên wê ji bo PDK`ê û pêşmergeyan rakişîne çiraveke kirêt û got: “Divê ji vê yekê hişyar bin û nekin pey xiyanetê. Ji ber ku gerîla nûnertiya vîna gelê Kurd dikin û ev hêz ji girîngtirîn destkeftiyên gelê kurd in.”

(şx)

ANHA