​​​​​​​Li Kerkûkê DAIŞ’ê êriş kir: 1 mir, 2 birîndar bûn

Çeteyên DAIŞ’ê vê êvarê êrişî gundê Dikişman ê Kerkûkê  kir. Di êrişê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn.

​​​​​​​Li Kerkûkê DAIŞ’ê êriş kir: 1 mir, 2 birîndar bûn
9 nîsan, 2022   17:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê di dema fitarê de çeteyên DAIŞ’ê êrişî gundê Dikişman ê bajarokê Reşad ê ser bi Kerkûkê ve kir.

Li gorî agahiyên destpêkê di êrişê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes din jî birîndar bûn. Piştî ku hêzên Polîsên Federalî yên Iraqê bi hewara şêniyên gund çûn, di navbera çete û hêzên Iraqê de şer rû da.