Welatiyekî efrînî bû sê car tê revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bû cara sêyemîn e welatiyekî direvînin da ku li beramberî serbestberdana wî fidiyê ji malbata wî bistînin.

Welatiyekî efrînî bû sê car tê revandin
9 nîsan, 2022   14:21
ŞEHBA

Li kantona Efrînê ya ku ev 4 sal in ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirn, sûcên revandina weletiyan berdewam dikin.

Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyên navê lîwa Semerqend li xwe dikin, di 8'ê Nîsanê de welatiyê bi navê Mihemed Xelîl Nûrî (37) revand. Mihemed Xelîl Nûrî ji gundê Kefersefra yê navçeya Cindirêsê ye.

Li gorî heman çavkaniyan, Nûrî beriya niha 3 caran bi tawana di dema Rêveberiya Xweser de ku Erka Xweprastinê pêk aniye, hatibû revandin.

Heta niha agahî ji Mihemed Xelîl Nûrî nayê girtin.

ANHA