Li gundewarên Dêrazorê saetên dayîna kehrebeyê hatin zêdekirin

Komîteya Enerjî û Pêwendiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê saetên dayîna kehrebeyê ji gundewaran re zêde kir.

Li gundewarên Dêrazorê saetên dayîna kehrebeyê hatin zêdekirin
9 nîsan, 2022   13:22
DÊRAZOR – ELÎ EREB

Komîteya Enerjî û Pêwendiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi armanca zêdebûna para herêmê ji kehrebeyê gelek civîn lidar xist. Beriya wê 5 mîgawat kehrebe werdigirt û piştî koorîneya bi Rêveberiya Bendava Firatê û Komîteya Enerjî û Pêwendiyê ya Reqayê re, rêjeya dayîna kehrebeyê hate zêdekirin û bû 10 mîgawat.

/ar/uploads/files/2022/04/09/130127_hafz-albshar.webp

Di vê çarçoveyê de berpirsê xetên kehrebeyê yên li Dêrazorê Hafiz El-Beşar wiha axivî: "Me gelek civîn lidar xist heta ku me 4 xet ji stasyona veguherandina Mîlac a gundewarên rojavayê Dêrazorê ji xetên kehrebeya Reqayê qut kir da ku para wê bi giştî bighêje me."

El-Beşar wiha domand: "Beriya wê para me ya kehrebeyê 5 mîgawat bû. Niha bû 10 mîgawat. Me li gorî pêwîstiyê kehrebe belav kir. Xetên ximzetguzarî ji 13 – 14 saeta ji kehrebeyê di nava 24 saetan de tê dayîn û xetên ronîkirina malan mîna xeta Mihêmediyê, xeta bajarokê El-Cezra, xeta Şaredariyê û xeta El-Ezba ji 8 – 10 saetan rojane tê dayîn."

Her wiha komîte dixebite da ku kehrebeyê li gundewarên rojava û rojhilatê Dêrazorê zêde bike da zextê ji ser stasyonên kehrebeyê kêm bike û para stasyonên avê jî zêde bike.

(bx)

ANHA