Li Hesekê nasnameya şehîdekî YPG`ê hat eşkerekirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê bi merasîmekê nasnameya şervanekî YPG`ê eşkere kir ku li Kobanê di Kanûna 2014`an de şehîd bûbû.

Li Hesekê nasnameya şehîdekî YPG`ê hat eşkerekirin
Li Hesekê nasnameya şehîdekî YPG`ê hat eşkerekirin
Li Hesekê nasnameya şehîdekî YPG`ê hat eşkerekirin
Li Hesekê nasnameya şehîdekî YPG`ê hat eşkerekirin
Li Hesekê nasnameya şehîdekî YPG`ê hat eşkerekirin
Li Hesekê nasnameya şehîdekî YPG`ê hat eşkerekirin
Li Hesekê nasnameya şehîdekî YPG`ê hat eşkerekirin
Li Hesekê nasnameya şehîdekî YPG`ê hat eşkerekirin
9 nîsan, 2022   12:47

Meclisa Malbatên Şehîdan li Hesekê bi merasîmekê nasnameya şervanekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Aras Seydo eşkere kir ku di Kanûna 2014`an de di berxwedana li hember êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî Kobanê de şehîd bûbû.

Merasîm li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye li dar ket. Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kampa Serêkaniyê Eyde Semo axivî û destnîşan kir ku şehîd Aras ji bo parastina axa welêt şehîd bû.

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Şiyar Hesekê axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehadetê ya Aras Seyd xwend û radestî malbata wê kir.

Li gorî wesîqeya şehadetê nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Aras Seydo

Nasnav: Rustem Cûdî

Dîroka tevlêbûnê: 2013

Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, Kanûna 2014`an.

(şx)