​​​​​​​Hemleya paqijiyê ya TEV-DEM`ê didome

Hemleya paqijiyê li Qamişloyê berdewam e ku TEV-DEM`ê bi hevkariya Odeya Bazirganiyê û Rêxistina Mafên Mirovan daye destpêkirin. Îro hemle li gundên Um El-Fursan û Nîmetlî li dar ket.

​​​​​​​Hemleya paqijiyê ya TEV-DEM`ê didome
9 nîsan, 2022   10:40
QAMIŞLO

Endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Odeya Bazirganiyê û Rêxistina Mafên Mirovan tev li hemleyê bûn ku ji rêya gundê Um Fursan dest pê kir û heta benda kontrolê ya li Nîmetlî bi dawî bû.

Hevseroka Odaya Bazirganiyê ya Qamişloyê Şêrîn Îbrahîm ji ajansa me re axivî û got: “Ev ne hemleya yekemîn e û ne jî ya dawî ye. Armanca me belavkirina çanda paqijiyê di nava civakê de ye.”

Şêrîn wiha domand: “Divê her kes xwe berpirsyarên paqijiya bajarê xwe bibîne. Ev hemle dê heta mehekê berdewam bike. Ji ber ku paqijiya bajarê me, eynika civakê ye.”

TEV-DEM`ê 28`ê Adarê bi dirûşma “Paqijiya bajêr ji paqijiya civakê ye” li kantona Qamişloyê dest bi hemleya paqijiyê kiribû.

(şx)