Lawyers For Lawyers: Divê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pêk were

Rêxistina Lawyers For Lawyers nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan da û xwest divê bi lezgînî bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were.

Lawyers For Lawyers: Divê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pêk were
7 nîsan, 2022   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêxistina hiqûqî ya navneteweyî Lawyers For Lawyers (Parêzerên ji bo parêzeran) ji bo rêber Abdullah Ocalan serî li CPT’yê da û ji bo rêber Ocalan ê ku parêzerên wî nikarin biçin hevdîtina wî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt derketin pêş: “Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji salekê zêdetir e nikare ji muwekîlên xwe agahiyan bistîne, parêzer nikarin karên xwe bikin û tên astengkirin. Destûr nayê dayîn ku Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve biçe serdana muwekîlên xwe rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş.

Di 25’ê Adara 2021’an de bi rêzdar Ocalan re bi rêya telefonê hevdîtinek hatibû kirin û vê axaftina bi telefonê ji aliyê rêveberiya girtîgehê hatibû qutkirin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der barê Ocalan du biryar dabû. Di biryaran de hatibû diyarkirin Ocalan bi adilane nehatiye darizandin û divê dîsa were darizandin. Biryara duyemîn jî ev bû ku derbarê cezayê girtîgehê ya muebet a li Tirkiyeyê bû. DMME biryar daye ku mafê darizandina adilane û şertên destgîrkirinê hatine binpêkirin.

Di 5’ê Nîsana 2022’an de Lawyers For Lawyers jî tê de gelek rêxistinê parêzeran serî li CPT’ê da û diyar kir ku vê nêzikatiya li hemberî parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û muwekîlên wan li dijî Prensîbên Sereke yên Rola Parêzeran a Neteweyên Yekbûyî ye.

Divê firsend û dem were avakirin ku parêzer biçin serdana muwekîlên xwe yên li Îmraliyê, divê mudaxeleya li ser parêzeran were qedandin, divê parêzer xwe bigihînin dosye û belgeyan û alîkariya hiqûqî ya bi bandor were mîsogerkirin, divê Tirkiye berpirsyariya xwe ya peymanên navneteweyî bi cih bîne û li gorî biryarên DMME’yê tev bigere.”