​​​​​​​Şandeyek ji Tacakistanê serdana Rêveberiya Xweser kir

Şandeyek ji Tacakistanê bi serokatiya balyozê dewleta Tacîkistanê li Kuweytê Zabidullah Zabidov û sekreterê sêyemîn ê balyozxaneya Tacîkistanê li Kuweytê Rislan Dzurev serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

​​​​​​​Şandeyek ji Tacakistanê serdana Rêveberiya Xweser kir
8 nîsan, 2022   14:10
QAMIŞLO

Şandeyek ji Tacakistanê bi serokatiya balyozê dewleta Tacîkistanê yê li Kuweytê Zabidullah Zabidov û sekreterê sêyemîn ê balyozxaneya Tacîkistanê li Kuweytê Rislan Dzurev serdana navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Qamişlo kir.

Şande ji aliyê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer, cîgirên wî Ebîr Îlya û Fener El-Giêt ve hate pêşwazîkirin.  Di hevdîtinê de dosyayên girêdayê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrişên dawî yên li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê û kampa Holê, her wiha hewldanên jinûve zindîkirina DAIŞ'ê hatin gotûbêjkirin.

Ebdulkerîm Omer îşaret pê kir ku pêwîst e gavên cidî derbarê dosyayên DAIŞ'iyên girtî û malbatên wan de werin avêtin û xebateke navneteweweyî ya hevpar di vî warê de were meşandin.

Her wiha girîngiya destekdayîna QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li aliyê têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ'ê destnîşan kir û got: "Divê civata navneteweyî destekdayîna borî, tenduristî û perwerde ji bo Rêveberiya Xweser zêde bike ku bi salan di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de mabû, da ku binsaziya civakê jinûve were sererastkirin û rê li ber jinûve derbasbûna DAIŞ'ê ve were girtin."

Omer da zanîn ku Rêveberiya Xweser ji dema têkbirina DAIŞ li Baxozê ve di 2019'an de banga avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina DAIŞ'iyên girtî û vegerandina wan li welatên wan dike û wiha domand: "Lê civata navneteweyî di vî alî de xemsariyê dike. Ev yek wê rê li ber kareseteke mirovî veke û wê bihêle ku DAIŞ jinûve xwe birêxistin bike."

Balyozê dewleta Tacîkistanê li Kuweytê Zabidullah Zabidov jî got: "Pêwîst e civata navneteweyî berpirsyariyên xwe li hemberî dosyaya terorê bi cih bîne û her dewleke berpirsê welatiyên xwe yên li herêmê ne."

Zabidov da zanîn ku rewşa girtîgeh û kampan cidî û xeter e, divê bi baldarî li hemberî wan were tevgerkirin.

Çavkanî: Nivîsgeha Ragihandinê ya Daîreya Têkiliyên Derve