Rojava endamtiya Rûsya ya Meclisa Ewlehiyê taloq kir… Moskov bersiv da

Piştî 44 rojan ji destpêkirina destwerdana Rûsyayê li ser Ukraynayê, rojava tengavkirina Moskovê didomînin. Herî dawî endamtiya Rûsya ya di Meclisa Mafên Mirovan de taloq kir.

Rojava endamtiya Rûsya ya Meclisa Ewlehiyê taloq kir… Moskov bersiv da
8 nîsan, 2022   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ceza li ser 8 kesan û 30 saziyên rûsan ferz kir. Di nav de saziyên di avakirina keştiyan de dixebitin jê Admir Alteske Vervey û Yantar.

Her wiha ceza li ser nivîsgeha dîzayn û kargehên avakirina keştiyan û amûrên deryayî di nav de saziyên Alamz û Rûbin û kargeha Baltisky.

Li aliyekî din Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku naziyên nû li Ukraynayê sivîlan li Kharkovê ditirsînin di encamê de gelek niştecih birîndar bûn.

Serokê Navenda Nîştimanî ya Rêveberiya Kar û Barên Parastinê û mudirên navenda Koordîneya Hevbeş a Kar û Barên Mirovî li Ukraynayê general Mikhail Mizintsev got: “Naziyên nû li herêmên Shevchenkovsky, Kholondno Gorsky û li Kharkivê topên hawan li dijî şêniyan pêk anîne, dema destûr hebû ku şênî derkevin û pêdiviyên xwe yên sereke peyda bikin.” 

`TALOQKIRINA ENDAMTIYA MOSKOVÊ LI MECLISA MAFÊN MIROVAN`

Duh Yekgirtiya Giştî ya NY`yê (United Nation General Assembly) ku 193 dewletan pêk tê, pêşniyara taloqkirina endamtiya Rûsyayê ya Meclisa Mafên Mirovan daxist dengdayînê. 93 dewletan ev pêşniyar erê kir. Pê re pêşniyar bû biryar û endamtiya Moskovê hat taloqkirin.

24 dewlet li dijî pêşniyarê derketin û 58 dewletan jî dengê xwe bi kar neanî.

`MOSKOV BERSIV DA`

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku taloqkirina endamtiya Moskovê tedbîrek neqanûnî ye.

Wezaretê di daxuyaniyeke xwe de got: “Ev biryar, motîfên neqanûnî û siyasî ne. Arman jî cezakirina dewleteke endamê NY`yê ye ku siyaseteke serbixwe li hundir û derve dimeşîne.”

Cîgirê nûnerê Rûsya yê li NY`yê Gennady Kuzmin ragihand ku Rûsya ji Meclisa Mafên Mirovan a NY`yê ji pêncşemê ve vekişiye.

Kuzmin got: “Rûsya biryarek beriya taloqkirina endamtiya wê girt ku ji 7`ê Nîsanê ve ji meclisa Mafên mirovan a NY`yê vekişî.”

Her wiha Kuzmin destnîşan kir ku Rûsya dê pabendî peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan be û dê rola di diyaloga avaker de ya têkildarî vê mijarê bilîze.

(şx)