‘Bêyî hevkariya ji civakê, hemleya paqijiyê nagihêje armancên xwe’

Kesên ku beşdarî hemleya paqijiyê ya TEV-DEM`ê bûne, banga tevlêbûn û hevkariyê kir da ku bigihêjin encamên ku dixwazin ji bo çanda paqijiya giştî di nava civakê de belav bibe û jîngeheke paqij ava bibe.

‘Bêyî hevkariya ji civakê, hemleya paqijiyê nagihêje armancên xwe’
8 nîsan, 2022   08:11
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

TEV-DEM`ê di 28`ê Adara borî de û bi dirûşma "Paqijiya bajar ji paqijiya civakê ye" dest bi hemleya paqijiyê kir. Hemle li Qamişlo, Hesekê û heta navçeya Tirbespiyê dest pê kir.

Bi dehan welatî, endamên komînan, meclis, Kongra Star, meclisa malbatên şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şaredariyên gel tev li hemleyê bûne.

/ar/uploads/files/2022/04/08/071158_dsc_0246-28large29.webp

Li gorî berpirsên hemleya paqijiyê li bajarê Hesekê ku armanca wan xurtkirina çanda paqijiyê di nava civakê de ye. Hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya TEV-DEM`ê ya kantona Hesekê Ferhan Daûd destnîşan kir ku hişyarkirina civakê erkeke û wiha axivî: "Ji ber komkirina çopê û avêtina wê bi awayekî bêserûber li bajarê me gemar heye. Ji ber vê yekê jî hemleyên bi vî awayî girîng in."

/ar/uploads/files/2022/04/08/071118_frhan-dawwd-28large29.webp

Daûd diyar kir ku ew bi hemû rêbazan hewl didin ku diyardiya parastina paqijiya giştî di nava welatiyan de belavkirî be û ew jî ji bo bajar paqij û xweşik bimînin her wiha bighêjin jîngeheke paqij.

/ar/uploads/files/2022/04/08/071135_nbyl-shykhy-28large29.webp

Endamê Koordînasyona TEV-DEM`ê Ayid Îbrahîm jî têkildarî hemleyê wiha gotinû: "Hemle dê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê were lidarxistin. Dema zanabeûna civakê dighêje çanda paqijiyê, wê demê dê parastina hebûna xwe bi awayekî tendurist û dûrî nexweşiyan bike. Ji ber vê yekê jî me xwest bi rihê Buharê em dest bi vê hemleyê bikin û parastina xweza û paqijiyê bikin."

Li gorî berpirsên hemleyê, hemle dê mehekê dewam bike û dibe ku were dirêjkirin.

Werşeyên şaredariya gel, xebatkarên paqijiyê ku tev li hemleyên paqijiyê bûne karên xwe di paqijkirina bajar û taxan de bi awayekî rojane didomîne. Hevserokê Şaredariya Gel a Hesekê Nebîl Şêx diyar kir ku xebat û stratejiya ku şaredariya gel li gorî wê dixebite, parastina paqijiyê ye ku ev yek bi awayekî rojane, heftane û mehan were kirin her wiha îşaret bi beşdarbûna di hemleya paqijiyê de û pêşkêşkirina destekdayîna pêwîst, kir.

Rêveberên hemleya paqijiyê banga girîngiya beşdarbûna hemû welatiyan kir û diyar kir ku bêyî hevkariya civakê dê hemle negihêje armancên xwe.

(bx)

ANHA