Saziya Zihmêrê li Hesekê 100 rewşên muxalif kontrol kirin

Hin bazirgan û dikandarên bajarê Hesekê li gorî nirxên Saziya Zimhêrê ji bo kel û pelan diyar kirine tev negeriyan, li ser vê welatiyan gilî kir û saziyê jî zêdetirî 100 muxalif kontrol kirin.

Saziya Zihmêrê li Hesekê 100 rewşên muxalif kontrol kirin
Saziya Zihmêrê li Hesekê 100 rewşên muxalif kontrol kirin
Saziya Zihmêrê li Hesekê 100 rewşên muxalif kontrol kirin
Saziya Zihmêrê li Hesekê 100 rewşên muxalif kontrol kirin
8 nîsan, 2022   08:00
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Krîza aborî bandor li bazarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir, nexasim ku lîreyê Sûriyê li hemberî dolar daketiye û bazirgan jî aloziyê keysbaz dikin û di heman demê de herêm bi ambargoya aborî re rû bi rû ye.

Bi hatina meha Remezanê re, nirxên kel û pelan bilind bû û barên welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê debarê girantir bû. Têkildarî mijarê Saziya Zimhêrê li bajar û navçeyên herêmên Rêveberiya Xweser berê xwe dan bazaran û dest bi kontrolkirina rewşên muxalif kir. Tevî vê yekê jî rewşa bazarên herêmên navborî ji ya herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de baştir e.

Hevserokê Saziya Zimhêrê ya Hesekê Berzan Hec Mihemed anî ziman ku bi armanca sînordarkirina nirxên kel û pelan û kontrolkirina bazarên kantona Hesekê, Saziya Zimhêrê li bajar û navçeyên kantonê dewriyeyên xwe zêdetir kirin, çavdêriya bazaran dikin û kesên rewşê bi kar tînin wan muxalif dikin.

Li bajarê Hesekê 3 komên Saziya Zimhêrê li bazaran digerin da ku nirxên kel û pelan kontrol bikin.

Têkildarî mekanîzmaya kar û xebata koman û komîteyên saziyê yên çavdêriya bazaran Berzan Hec Mihemed got: "Gera kom û komîteyên saziyê yên li bajêr ji saet 8`ê sibê ve dest pê dike û heta 3`yê nîvro dewam dike. Her wiha komên rewşên awarte yên taybet bi kontrolkirina nirxan û komên nobetdar ên danê êvarê dixebitin, hene."

Hec Mihemed her wiha got li gel kontrolkirina nirxan Saziya Zimhêrê li bajêr rewşa firinan û aşan jî kontrol dike. Li aliyekî din jî rojane rewşa bazarên sebzeyên ên navendî kontrol dikin.

Berzan Hec Mihemed da zanîn ku ji destpêka meha Remezanê ve saziyê 100 rewşên muxalif kontrol kirin û ceza li wan birî, li ser vê yekê bang li welatiyan kir ku bi Saziya Zihmêrê re alîkar bin û dema rewşên muxalif dîtin, yekser agahiyê bidin.

(eh)

ANHA