‘Li bajarê me kesên biyanî Remezan û cejnan pîroz dikin’

Bû 3 sal koçberên Girê Spî û Serêkaniyê dûrî warê xwe pêşwaziya meha Remezanê dikin. Koçberek ji Serêkaniyê dibêje "Li bajarên me kesên biyanî yên ku îdiaya îslamê dikin, hene û Remezanê pîroz dikin."

‘Li bajarê me kesên biyanî Remezan û cejnan pîroz dikin’
8 nîsan, 2022   07:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî yên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine koçberkirin û warên wan hatine dagirkirin, ev 3 sal e meha Remezanê di kampên koçberiyê de pêşwazî dikin.

Atmosfera asayî ya Remezanê ji bo misilmanan li kampan tune ye, ji ber ku nikarin gelek cureyên xwarinên ku berê li malên xwe çêdikirin, çêkin.

Di kampa koçberên Girê Spî ya nêzî bajarokê Til El-Semin de nêzî 6 hezar koçberên ji kantona Girê Spî dijîn. Kamp di 22`yê Mijdara 2019`an de ji aliyê Meclisa Kantona Girê Spî ve hate avakirin. Koçber di nava rewşên jiyanî zehmet de dijîn û çavkaniya debarê tune ye.

Ji koçberên Girê Spî Xalid El-Hemed behsa amadekariyên meha Remezanê li kampê kir û ev tişt anî ziman: "Ez nikarim tiştên pêwîst bikirim. Nirx pir buha ne. Ez nikarim tu sebzeyekê jî bikirim."

El-Hemed got, piştî gundê wî hate dagirkirin û neçarî koçberiyê ma, nikare pêwîstiyên malbata xwe bikire.

Cîhan Mihemed jî ku ji Serêkaniyê ye, diyar kir ku koçber nikarin pêwîstiyên meha Remezanê bikirin û wiha domand: "Ev Remezan di ser me re derbas dibe ku em li kampan û dûrî mal û xaka xwe pêwşazî dikin."

Cîhan Mihemed diyar kir ku li Serêkaniyê meha Remezanê bi kêfxweşî pêşwazî dikirin, tu zehmetî nedidîtin ji ber di malê xwe de bûn û li ser xaka xwe bûn. Cîhan bêxemiya rêxistinên navneteweyî ji rewşa koçberan re rexne kir.

Koçberê bi navê Elî El-Hesen jî ku ji Girê Spî ye got, koçberên ku dikare bixebite mirov dikare bêje hama dikare debara jiyana xwe bike, pereyên ku mehane digre alîkariyê dike ku pêwîstiyên xwe yên rojane peyda bike.

El-Hesen destnîşan kir ku praniya caran xwarinê ji alîkariyên ku werdigirin wekî birinc, buxul û kelûpelên din çêdikin, lê nikarin goşt û fêkî bikirin.

El-Hesen piştrast kir ku piraniya koçberên di kampê de li hêviya tiştên ku rêxistin pêşkêşî wan bikin namînin, lê her tim dixwazin li derfeteke kar bigerin da ku debara malbata xwe bikin.

Mihemed Haco yê ji bajarê Serêkaniyê û di kampa Waşûkanî ya nêzî bajarê Hesekê de dijî, bal kişand ser êrişên domdar ên dewleta Tirk  ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ev tişt anî ziman: "Îdia dikin ku ew misilman in û me ji bajarê me koçber kirin. Di bajarên me de kesên din hene û atmosfera Remezanê û cejnê di wan de pîroz dikin."

Haco got her çiqas dewleta Tirk bi navê îslamê biaxive, lê ew ji cewherê îslamê dûr e û got: "Ola îsalmê ola rehetiyê ye ne ola zehmetiyê ye, kesê musilman nabe ku birayê xwe yê musliman bikuje. Dewleta Tirk bi navê ola îsalmî zêdetirî 300 hezar sivîl koçber kir."

Mihemed Haco di dawiyê de bang li rêxistinên navneteweyî kir ku erka xwe pêk bîne, der barê koçberan û kirinên dewleta Tirk de bê deng nemîne.

(bx)

ANHA