Li Dirbêsiyê merasîma xiyabî ya şehîd Emara Çiya û şehîd Dildar Erebo li dar ket

Meclisa Malbatên Şehîdan li navçeya Dirbêsiyê merasîma xiyabî ya Emara Çiya û Dildar Erebo ku li dever û demên cuda şehîd bûne, li dar xist.

Li Dirbêsiyê merasîma xiyabî ya şehîd Emara Çiya û şehîd Dildar Erebo li dar ket
7 nîsan, 2022   12:19
HESEKÊ

Îro bi sedan şêniyên Dirbêsiyê ya kantona Hesekê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê, merasîma xiyabî ya şehîd Emara Çiya û şehîd Dildar Erebo re li dar xist.

Destpêka merasîma xiyabî endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hemîd Mêş axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Em ê heta pêkanîna armancên şehîdan, şopdarên rêya wan bin."

Dûre ji fermandarên QSD`ê Umran Orkêş axivî û îşaret bi rola şehîdan a parastina herêmê kir û wiha axivî: "Bi saya şehîdên me yekitiya her çar parçeyên Kurdistanê ava dibe û morala Kurdan bilind dibe da ku azadiya wan jî mîsoger bibe."

Li ser navê malbata şervanê Erka Xweparastinê Dildar Erebo, apê şehîd Ebdulîlah Erebo axivî û got: “Divê xeta berxwedanê her tim bidome û ji bo jiyaneke azad berdêl werin dayîn, ji ber ku yekane rêya rizgarkirina gelê azadîxwaz berxwedan e.”

Piştre babîrê şehîd Emara Çiya, Şêxmûs El-Mihemed axivî û got şehîd Zîlan şehîda hemû Kurdan e.

Merasîma xiyabî bi xwendina nasnameyên her du şehîdan bi dawî bû. Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Zîlan Mihemed (Emara Çiya), cih û dîroka şehadetê: Tîrmeh 2021, Avaşîn.

Dildar Erebo, cih û dîroka şehadetê: 16 Cotmeh 2019, Serêkaniyê.

(eh)