‘Çeteyên dewleta Tirk, li Efrînê her tiştî xirab dikin‘

Dewleta Tirk a dagirker sûcên li dijî kurdên li kantona Efrînê mane, didomîne. Du hevjînên ku karibûn ji kantonê derkevin sûcên rojane ku li kantonê têne kirin, eşkere kirin.

‘Çeteyên dewleta Tirk, li Efrînê her tiştî xirab dikin‘
5 nîsan, 2022   23:41
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên li dijî şêniyên resen ku li Efrînê mane, berdewam dikin. Guhertina demografî, kuştina welatiyan, revandin, mînaka binpêkirinên dewleta Tirk li dijî zêdetirî 350 hezar welatiyên Efrînê ye.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê, beriya dewleta Tirk a dagirker kantona Efrnê dagir bike,  rêjeya kurdan ji sedî 95 bû û piştî dagirkirinê rêje kêmî ji sedî 25 e.

Malbateke efrînî ku piştî artêşa Tirk û çeteyên wê di Adara 2018`an de Efrîn dagir kir nekiaribû derketa, lê piştî 4 salan ji dagiririnê derket û rewşa kurdên li herêmê vedibêje.

Du hevjîn bi navên H.X û C.H beriya çend rojan ji Efrînê derketin. Her du hevjînan nexwest navên xwe eşkere bikin, ji ber xizmên wan li Efrînê hene. Her du hevjînan beşek ji sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyan, binpêkirinên ku dema li gundê xwe (Mezin) ê girêdayî navenda Efrînê bûn, pêk dihatin, ji ANHA`yê re vegotin.

H.X got, hevjînê wê dema ku ji gund derket û ber bi navenda bajar ve çû da ku weke hemû şêniyan di 18`ê Adara 2018`an de derkeve, birîndar bû, ji ber çeteyan, dema ew li ser motosiklêta xwe bû,  gule avêtin wî û di lingê xwe de birîndar bû.

 ‘HEGER HÛN PEREYAN NEDIN EM Ê WE BIKUJIN‘

H.X têkildarî mijarê û wiha got: "Di destpêkê de çeteyan em neçar kirin ku li herêmê bimînin. Ji ber hevjînê min di lingê xwe de birîndar bûbû,  me ew bir nexweşxaneyeke li Tirkiyê. Em neçar man ku li gundê xwe bimînin heta ku rewşa tenduristiya wî baş bibe."

H.X di axaftina xwe de behsa dema ku çete derbasî gundan bûn, kir û wiha axivî: "Dema çete derbasî gundê me bûn girtin ser malan û şênî ji malên wan derxist. Lêpirsîn bi wan re kir. Şênî bi awayekî bêserûber direvandin. Ciwan revandin û ew bernedan heta ku malbatên wan fidye didan. Çeteyan ji malbatên wan re got heger hûn pereyan nedin em ê wê bikujin."

H.X destnîşan kir ku çeteyên li gundê wan hatibûn bicihkirin ji koma Hemzat a bi serkêşiya çeteyê bi navê Mûtez Abdullah bûn û got çeteyan zilm li şêniyên gund dikir, mal û milkên şêniyan talan dikir.

H.X diyar kir ku pişt tenduristiya hevjînê wê baş bû berê xwe da gundê xwe û hevjînê wê yekser ji aliyê çeteyên Hemzat ve hate revandin.

 ‘MIN EW NAS NEKIR JI BER NÎŞANEYÊN RÛYÊ WÎ Û LAŞÊ WÎ XIRAB BÛBÛN‘

H.X wiha pê de çû: "Piştî hevjînê min hate revandin, hemû cure îşekence lê hate kirin. Lê bi wê yekê min ew nas nekir. Ji ber rûyê wî hatibû xerabkirin, tevî lingê wî jî birîndar e. Ew avêtin nava zeviyên nêzî navenda bajarê Efrînê û bi vî rengî hate berdan. Piştî wê hin welatiyan ew dît û ji me re gotin ku ew avêtibûn nava zeviyan. Rewşa wî ya tenduristiyê pir xirab bûbû û me yekser ew bir nexweşxaneyên bajêr."

H.X got çeteyan bêyî sedem digirt ser mala wan û her tiştê di malê de didizîn û kesî nikaribû li hember wan bisekiniya û wiha berdewam kir: "Çeteyan mala welatiyê bi navê Ridwan Rehîm Henan desteser kir, welatî li wan gilî kir û dema ber bi zeviyê xwe ve diçû çeteyan ew kuşt û ji bo cenazeyê wî radestî malbata wî bikin fidye xwest û ji wê zêdetirî 400 darên zeytûnan qut kirin."

H.X teqez kir ku çeteyan ji wan re digot ew hatine da ku xirabbûn û hilweşandinê di xaka wan de çêkin, ji ber ew kurd in û wiha pê de çû: "Hemû darên nêzî gundê Mezin, darên zeytûnan ên şêniyên gund qut kirin û goristana gund hilweşand."

Têkildarî binpêkirinên ku li hember jinên gund bi giştî dihatin kirin, H.X ev tişt got: "Çeteyan li jinên gund didan, dema digirtin ser malan ew direvandin. Çeteyan hevseroka berê ya komîna gund revand. Rastî îşkenceyê hat. Li jinan cilên fireh û laçik ferz dikir. Hemû binpêkirinên dihatin kirin ji bo em ji warê xwe derkevin, dikirin."

Welatiyê bi navê C.H jî bi van gotina cîroka xwe ji me re vegot: "Min nizanîbû ku çete derbasî gundê Marta bûne. Dema ez li ser motorsiklêtê xwe bûm, komeke çetyan derketin û ji min re gotin bisekine. Min guh neda wan, ji ber wê jî gule li min reşandin û ez di lingê xwe de birîndar bûm û ez birim nexweşxaneyê heta ku baş bûm."

C.H bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Dema ez gihaştim gund komeke ji çeteyên Hemzat bi tawana danûstandina bi Rêveberiya Xweser re ez revandim. Ez birim girtîgehekê li ser rêya gundê Tirindê yê girêdayî navenda bajarê Efrînê. Paşê ez birim girtîgeha Seraya ya li navenda bajêr. Em her roj rastî îşkence û binpêkirinan dihatin. Em bi gotinên derew dihatin tawanbarkirin û fidiyeyên mezin ji me distandin da ku em serbest werin berdan. Kurê apê min kuştin, mala wî desteser kirin û darên wî jî qut kirin."

(bx)

ANHA