Cemal Şêx Baqî: PDK li ser hesabê Kurdan têkiliyan bi dijminan re çêdike

Sekreterê Giştî yê P.D.K.S’ê Cemal Şêx Baqî daxuyakirin ku PDK li ser hesabê gelê Kurd û Kurdistanê têkiliyan bi dijminan re çêdike û dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi rêya PDK`ê astengiyan ji Rojava re derxe û got “Kîjan alî ji Kurdan têk biçe ji dewleta Tirk re feyde ye.”

Cemal Şêx Baqî: PDK li ser hesabê Kurdan têkiliyan bi dijminan re çêdike
6 nîsan, 2022   06:39
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kiryarên xwe yên li hemberî berjewendiyên gelê Kurd dewam dike û hevkariyê bi dewleta Tirk a dagirker re dike.

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S) Cemal Şêx Baqî Têkildarî mijarê ji ANHA`ê re axivî. Cemal Şêx Baqî got: “Çi qasî bangewazî ji aliyê milet, hêzên siyasî û kesayetên civakî ve ji bo pêkanîna lêvegerekê ji siyaseta PDK`ê ku dûrî berjewendiyên gel e, tê kirin jî, mixabin rayedarên PDK`ê her ku dem derbas dibe xwe di nava vê siyasetê de winda dikin.”

Cemal Şêx Baqî da xuyakirin ku ew berpirsyariya avakirina têkiliyan ji bo berjewendî û parastina gelê xwe rewa dibînin û wiha dom kir: “Lê divê avakirina têkiliyan ne li ser hesabê gelê Kurd û parçeyên din ên Kurdistanê be, bila têkilî ne bi dijminê welatê me re be. Me her dem PDK haydar kiriye ku nekeve vê xefikê.”

`PDK NEMA DIKARE JI ERDOGAN RE BIBÊJE NA`

Şêx Baqî helwesta Erdogan a dema referanduma li Başûrê bi bîr xist û wiha dom kir: “Yanî xwest bêje her tiştî wan ketiye destê min, wan jî her tiştê xwe xistiye destê Erdogan. Gihaştiye radeyekê ku nema dikarin ji daxwazeke Erdogan re bêjin na. Êdî çi çêdibe jî bi ya wî dikin; mînaka wê jî rewşa herêmê ya îro ye.”

Cemal Şêx Baqî da xuyakirin ku ti berjewendiyên gelê Kurd ji şerê di navbera pêşmergên PDK`ê û çeteyên Roj de tune ye ku rûqlî gerîlayên HPG`ê bibin û got: “Tê xwestin bi rêya vî şerî de herêmên Parastinê yên Medyayê dorpêç bikin, berjewendiyê dewleta Tirk di vê dorpêçê de heye, ev plana dijminên Kurdan ne.”

Cemal Şêx Baqî wiha li axaftina xwe zêde kir: “Tê xuyakirin PDK ji bo berjewendiyên xwe yên partî û malbatî nêzî van kirinan dibe. Dewleta Tirk ji ber çavçilokiyên xwe van kirinan li PDK`ê ferz dike, li aliyekî din dewleta Tirk bi rêya PDK`ê dixwaze astengiyan ji Rojavayê Kurdistanê re jî çêke. Mînaka wê jî girtina deriyê Sêmalkayê ye. Gelo girtina sînor ji bo berjewendiyên gelan e? Bi vê yekê dixwazin bêhtir Rojava dorpêç bikin.”

`BI LÊKIRINA DÎWARAN GELAN JI HEV QUT DIKIN`

Cemal Şêx Baqî bal kişand ser rêkeftina sêalî ya dewleta Tirk a dagirker, hikumeta Iraqê û PDK`ê û got: “Hat naskirin ku rêkeftina sêalî ya Erdogan, Kazimî û PDK`ê ku bi awayekî veşartî bi hev re alîkar in, li ser çêkirina dîwarekî di navbera herêma Şengal û Rojavayê Kurdistanê de ye. Da ku dan û standin, piştgiriyê û gelan ji hev qut bikin. Ev plan dewleta Tirk û dijminên gelê Kurd in; yek jê jî mînaka herî dawî bû ku Îranê bi moşekan derbe li Hewlêrê xist. Ew ji ber nakokiyên di navbera dewletên mezin yên li herêmê ne.”

Şêx Baqî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema Îranê dît dewleta Tirk zêde di destwerdana Başûr de diçe, bi wê derbeyê bersiva vê yekê da. Dewleteke mîna Îranê vê yekê qebûl nake, çawa em wek Kurd destwerdanên dewleta Tirk ji Başûr re qebûl bikin.”

Di berdewama axaftina xwe de Cemal Şêx Baqî bal kişand ser helwesta PKK’ê ku her demê banga dan û standinan li PDK`ê kiriye û li dijî şerê birakujiyê derketiye û got: “Çima PDK vê yekê naxwaze? PDK newêre bide xuyakirin ku rêya çareserkirina pirsgirêkan guftûgo ye. Em dibînin Kurdên me yên li Rojava dişînin da ku bikevin pêşiya Kurdên me yên ji Rojava ku cihê xwe di nava HPG`ê de digirin. Wê encamê vê gavê jî li Rojava vegere ji ber Leşkerên Roj malbatên wan li vir in, di vê lîstikê de gelek metirsî hene.”

`DI VÊ QONAXÊ DE TEVGERA AZADIYÊ BERDEWAMA XETA AZADIYÊ YE`

Cemal Şêx Baqî da zanîn ku piştî 15`ê Tebaxa 1984`an dema berxwedana çekdarî dest pê kir, dewleta Tirk dît ku gelê resen ê xwediyê vê herêmê tevgereke azadiyê ava kir, ji ber vê yekê daxwaza tunekirina vê tevgerê dike.

Şêx Baqî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi dehan caran êrişên berfireh li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîne, lê bi ser neketiye û wiha dewam kir: “Ji ber neserkeftinê hewl dide bi rêya şerê navxweyî yê Kurdan li hember wan herêman derkeve. Ji ber ku kîjan alî ji Kurdan têk biçe ji dewleta Tirk re feyde ye.”

Cemal Şêx Baqî wiha pê de çû: “Di rewşeke wiha de tevgera azadiya Kurdistanê nîşana berdewama xeta azadiyê ya gelê Kurd e. Nêzî 40 milyon kes piştgiriya tevgerê dikin, dê ev tevger bi şerê topan bi dawî nebe, dawiya miletekî jî tune ye.”

Têkildarî daxuyaniya rayedarên dewleta Tirk a dagirker Cemal Şêx Baqî got: “Heke dewleta Tirk ji rewşekê yan aliyekî re bêje baş e, wê ji bo me xerab be. Ji ber ku ew her dem li tunebûna me digire, hebûna me li ser hesabê xwe dibîne.”

Sekreterê Giştî yê P.D.K.S’ê Cemal Şêx Baqî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ew Kurdên ku niha di bin siya wê de ne, Kurdên ku jê re bangeşiyan ji bo hebûna wê ya li Efrîna dagirkirî dikin û di nava opozîsyonê de cih digirin, li gorî dewleta Tirk ew Kurdên baş in.”

ANHA