​​​​​​​Ebîr Îlya: Em di nîqaşên bi şandeyên derve re balê dikişînin ser girtiyên DAIŞ’ê

Cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebîr Îlya da zanîn ku wan bi şandeyên serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dikin re hemû dozên girêdayî Sûriyê, dosyaya girtî, malbat û zarokên DAIŞ’ê nîqaş kirin.

​​​​​​​Ebîr Îlya: Em di nîqaşên bi şandeyên derve re balê dikişînin ser girtiyên DAIŞ’ê
5 nîsan, 2022   17:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî serdanên şandeyên derve ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re Cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebîr Îlya wiha got: "Koordîna di navbera me de tê kirin, pêşwaz dikin û li ser gelek dozan nîqaş dikin û der barê gelek mijarên têkildarî Sûriyê nêrînên xwe par ve dikin, her wiha rewşa hundirîn ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî nîqaş dikin. Ji wê zêdetir rewşên siyasî û astengiyên li hember Rêveberiya Xweser, jê jî gefên dewleta Tirk û sûcên dewleta Tirk ên li herêmên Sûriyê yên dagir kirine û balafirên wê yên bêmirov ku sivîl û QSD’ê armanc dikin, tên nîqaşkirin."

Têkildarî dosyaya DAIŞ’ê Ebîr Îlya ev tişt got: "Em bi şandeyan re dosya DAIŞ’ê nîqaş dikin ku bi temamî çareser bikin û spasiya dewletên ku bersiva me di vê dosyayê de didin, dikin. Em di xebatên xwe ku zarok û malbatên DAIŞ’ê bişînin welatên wan de berdewam dikin."

Der barê heman mijarê de Ebîr Îlya wiha domand: "Her wiha bi şandeyan re mijara Eşbal El-Xîlafe yên di girtîgehên QSD’ê de û darizandina jinên tev li DAIŞ’ê bûne, nîqaş dikin."

Ebîr Îlya di dawiyê de bang li civata navneteweyî kir ku ji ber xeteriya mezin ku nîşaneya wê jî êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê ye, dosyaya DAIŞ’ê bi temamî çareser bikin û wiha got: "Ev hemû doz û dozên din girêdayî hev in û divê werin çareserkirin."

Çavkanî: Malpera Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê