Zirara ku di encama topbarana dagirkeriya Tirk de derketibû hat sererastkirin

Tîmên restorekirinê yên girêdayî navenda kehrebeyê ya Til Temirê zirarên ku di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser navçeyê de derketine, sererast kir.

Zirara ku di encama topbarana dagirkeriya Tirk de derketibû hat sererastkirin
5 nîsan, 2022   14:56
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 2, 3 û 4 vê mehê de bi dijwarî êrîşî gundewarê Til Temirê kir.

Dagirkeran xeta ku stasyona kehrebe dide Til Temirê û gundên wê kirin armanc û çend rojan Til Temir û gundên wê bê kehrebe man.

Tîmên restorekirinê yên girêdayî navenda kehrebeyê ya Til Temirê vê sibehê dest bi sererastkirina wê pirsgirêkê kir.

Sererastkirin li gundê Tewîla yê li Rojavayê Til Temirê û xeta 66 li gundê Um El-Kêf û stasyona kehrebeyê de pêk hat.

Tê payîn ku di nava çend saetan de kehrebe bighêje Til Temirê.

Heta niha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 21 caran xetên kehrebeyê yên Til Temirê kirine armanc.