Yekitiya Jinên Êzidî lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de şermezar kir

Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de şermezar kir û wek ‘dîwarê şermê’ bi nav kir. Her wiha diyar kir ku komployên dewleta Tirk û PDK`ê yên li dijî êzidiyan dê bi bin bikevin.

Yekitiya Jinên Êzidî lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de şermezar kir
5 nîsan, 2022   10:29
HELEB

Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê daxuyaniyek da û tê de bang li rêxistinên hiqûqî û navneteweyî kir ku mudaxele bikin û lêkirina dîwar rawestînin.

Bi dehan êzidî li Helebê li pêşiya Mala Êzidiyan a taxa Şêxmeqsûdê kom bûn. Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê Newroz Ado daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de yekitiyê destnîşan kir ku dewletên hegemon li Rojhilata Navîn dewleta Tirk teşwîq kir ku siyasetên xwe yên dijminane li dijî gelên herêmê pêk bîne.

Di daxuyaniyê hate gotin: “Êrişa li ser Şengalê ya sala 2014`an, destpêka plana dewleta Tirk bû ku derfet dayê baregehên xwe li Şengalê ava bike û rûberên berfireh ên sînor kontrol bike. Her wiha bi hikumeta Iraqê re li hev kir ku Şengalê kontrol bike.”

Yekitiyê diyar kir ku armanca lêkirina dîwarê li dora Şengal, şikandina vîna êzidiyan û têkbirina destkeftiyên wan e û dewleta Tirk bi rêya Şengalê herêmên Zap, Metîna û Avaşînê kontrol bike.

Yekitiyê di daxuyaniyê de îşaret pê kir ku êzidî dê li ber xwe bidin û pîroziyên xwe biparêzin.

Yekitiyê bang li hemû rêxistinên hiqûqî û navneteweyî kir ku mudaxele bikin û lêkirina dîwar rawestînin.

(şx)