Rojnameyên erebî: Îran hewl dide bi lez valahiya Rûsyayê li Sûriyê dagire

Rojnameyên erebî vê sibê der barê belavbûna komên alîgirên Îranê li Sûriyê, nakokiyên di nav hevbendiya Înqaz Watan a Iraqê de û rewşa aborî ya li Lubnanê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Îran hewl dide bi lez valahiya Rûsyayê li Sûriyê dagire
Rojnameyên erebî: Îran hewl dide bi lez valahiya Rûsyayê li Sûriyê dagire
Rojnameyên erebî: Îran hewl dide bi lez valahiya Rûsyayê li Sûriyê dagire
5 nîsan, 2022   07:36
NAVENDA NÛÇEYAN

`ÎRAN HEWL DIDE BI LEZ VALAHIYA JI RÛSYAYÊ YA LI SÛRIYÊ DAGIRE`

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Piştî vekişîna komên alîgirên Rûsyayê, milîsên Îranê li nuqteyên stratejîk ên li Sûriyê belav bûn. Ev yek wek hewldaneke Tehranê ku bi lez valahiya Rûsyayê li Sûriyê dagire, hat hesibandin ku ji ber mijûlbûna wê bi Ukraynayê çêbûye.

Çavkaniyan diyar kir ku sewqiyatên Pasdarên Îranê ku ji 40 wesayîtan û gelek endamên Hizbullahê, wesayîtên Firqeya 4`an, hêzên rejîma Sûriyê û bi dehan endamên wê di 2 rojên dawîn de gihaştine depoyên leşkerî yên Mehîn ên li rojhilatê Himsê, piştî ku hêzên Rûsyayê Fagnir û 200 endamên Feyleqa 5`an a alîgirê Rûsyayê bi temamî jê vekişîn.”

`NAKOKIYA LI SER ERKAN, QELSIYA ÎTÎLAFA ÎNQAZ WATAN NÎŞAN DA`

Der barê kar û barên Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Nakokiya di navbera serokê parlamentoya Iraqê Mihemed El-Helbûsî û cîgirê wî yê yekemîn Hakim El-Zamilî de eşkere bû. Ev yek nîşan dide ku hevbendiya Înqaz Watan zeîf e ku meha borî avakirina wê bi pêşengiya Tevgera El-Sadir hat ragihandin û ji Serdestiya Sunnî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêk tê.

Di çend saetên dawîn de, gelek belge derketin pêş ku nakokiyên li ser erkan, di navbera El-Helbûsî û El-Zamlî de hene.

Ji nakokiyan diyar dibe ku hevbendiya Înqaz Watan li ser rêgezên bingehîn nehatiye avakirin mîna ku propagandaya hat kirin lê belê li ser berjewenidyên siyasî yên teng ava bûye ku dê bi bidawîbûna wê re, hevbendî ji hev bikeve.

Piştî 6`ê Nîsanê heke serokkomar nehat hilbijartin, êdî Iraq dê bi valahiyeke destûrî re rû bi rû bimîne û xuya ye ku hêzên siyasî xetereya vê yekê fêm nekiriye.”

`LI LUBNANÊ ÎFLASA DEWLETÊ… RAGIHANDIN Û ÎNKAR KIRIN`

Rojnameya El-Beyan têkildarî rewşa li Lubnanê wiha nivisî: “Kanala El-Cedîd ku agahiyên xwe dispêre cîgirê serokê hikumeta Lubnanê Sada El-Şamî, îflasa dewletê û Banka Navendî ragihand û destnîşan kir ku dê deyn li ser dewletê û bankên din were belavkirin.

El-Şamî wiha domand: “Me behsa îflasê nekir, tenê min behsê kir ku pere di gencîneya dewletê de kêm e û nikare xisarê dabîn bike. Min îfasa dewletê ranegihand.”

Çavkaniyan diyar kir ku dema dewlet nikaribe deynên xwe bide û pabendiyên malî bide mîna mûçeyan, wê demê ragihandina îflasê, aboriyê têk dibe û veberhêneran û kesên din neçar dike ku pereyên xwe ji bankan bikişînin û bişînin derveyî welêt. Ji ber wê hikumet bankan digire û qeydan li ser tevgera sermiyanan ferz dike.”

(şx)