'Tirkiyê sûdê ji rewşa cîhanê digire û êriş dike'

Komeleya Parastina Gelên di bin Gefan de bêdengiya civaka navneteweyî ya derbarê êrişên hewayî yên dewleleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şermezar kirin.

'Tirkiyê sûdê ji rewşa cîhanê digire û êriş dike'
4 nîsan, 2022   20:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Parastina Gelên di bin Gefan de têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkanîna komkujiyan li dijî gelên wê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirn, "Careke din balafireke bê mirov a dewleta Tirk di hefteya borî de êriş li dijî herêmên Kurdan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn û erebeyek kir hedef, di encamê de kesek hat qetilkirin û du kesên din, di nav de helbestê ku ji aliyê gelê herêmê ve tê hezkirin, Ferhad Merdê birîndar bûn. Êvara roja Yekşemê jî  endamekê xiristiyan ê Suryan ê QSD'ê birîndar kir."

Komeleyê diyar kir ku di demekê de ku QSD'ê şerê "dewleta îslamê" dike, Tirkiyê sûdê ji rewşa cîhanê û şerê li Ukraynayê digire û êrişên xwe li dijî kêmneteweyên li Sûriyê zêde dike û got,  artêşa Rûsyayê rê dide artêşa Tirk ku her tiştî bike. Di heman demê de NATO pişta xwe bi Tirkiyê girêdide.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Li ser vê mijarê Dr Kemal Sîdo, ku bi xwe Pisporê Karûbarên Rojhilata Navîne di Komeleya Parastina Gelên di bin Gefan de ye dibêje: bêdengiya hikûmeta Almanya û NATO ji êrişên berdewam ên Tirkiyê yên li ser kêmneteweyan olî û nijadî dike li Sûriyê û yasayên navneteweyî bin pê dike.

Dr Kemal Sîdo di dewama daxuyaniya xwe ev tişt anî ziman; li gor çavkaniyên kurdî, ji ber êrişên balafirên bê mirov ên Tirkiyê di nava 2 salên borî de bi sedan welatî hatin qetilkirin û birîndarkirin di nava wan de zarok û jin hene. Aliyên peywendîdar ên kontrola wan li ser asîmanê Sûriyê hene Amerîka û Rûsya wan êrişên li dijî Kurdan, Xiristyanan û Êzidiyan her wiha Elewiyan û kêmnetewên din şermezar nakin. Serokê dewleta Tirk Erdogan jî vê yekê û mijûlbûna cîhanê di şerê Ukrayanyê derfet digire.

Dr Kemal Sîdo diyar kir ku di dema ku Almanya û NATO rexne li rayedarên Çînê dikin ji ber ku alîkariya Pûtîn dike, ew derbarê reftarên Erdogan û alîkariya wî bi Pûtîn re bêdeng in û ev tişt anî ziman, Her aliyê ku niha derbarê binpêkirinan de bêdeng e, dê sibe dengê ji pêkanîna komkujî û qirkirinan jî neke.

Pisporê Karûbarên Rojhilata Navîne di Komeleya Parastina Gelên di bin Gefan de Kemal Sîdo di dawiyê de got, Bi behaneya ku ew yasaya qedexkirina komeleyên PKK'ê de ku di sala 1993 de derketiye bin pê dikin, serdozgariya Almanya li pey Kurdan û alîgirên doza Kurdî dikeve, ew yeke weke şûrekî ku li ser kêmneteweyên Kurd, Êzidî, Elewî û Xirsitiyanan dikeve ku ji ber şer û binpêkirina Tirkiyê û çeteyên wê êş dikişînin."

(şt)

ANHA