​​​​​​​MSD'ê civînek li Dêrazorê li dar xist

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) civîneke berfireh li dar xist. Di civînê de rewşa siyasî, xizmetguzarî û aborî hate nîqaşkirin.

4 nîsan, 2022   15:49
DÊRAZOR

Civîn li hola Meclisa Sivîl a li herêma Sebia Kîlo bi beşdarbûna bi dehan şêniyan, nûnerên MSD, Partiya Sûriya Pêşerojê û nûnerên meclisên sivîl hate lidarxistin.

Di civînê de rewşa siyasî hate nirxandin, piştre rewşa aborî û xizmetguzarî ya Dêrazorê hate nîqaşkirin.

Beşdaran daxwaza pêşxistina rewşa debarê, çandinî û xizmetguzariyê kir.

Endamê MSD'ê Enes El-Merfû axivî û bal kişand ser bandora aloziya li Ukraynayê li Sûriyê û got: "Şerê li Ukraynayê bandorê li Sûriyê dike. Aliyên ku li Ukraynayê şer dikin heman aliyên ku ji bo berjewendiyên xwe li Ukrayna û Sûriyê dibînin."

Beşdaran jî nêrînên xwe xwe parve bikin û daxwaza pêşxistina qadên perwerde, çandinî û tenduristî kirin.  Her wiha xwestin ku komîteyek ji hemû beşên Dêrazorê were avakirin da ku mijarên ku di civînê de hatin nîqaşkirin û bangên ku hatine kirin radestî aliyên têkildar bikin da ku pêk bînin.

ANHA