Rojnameyên erebî: Li Iraqê Çarçoveya Koordînekirî li çareseriyekê digere

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî xitimîna siyasî ya li Iraqê, aloziya li Sûdanê û Lîbyayê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Li Iraqê Çarçoveya Koordînekirî li çareseriyekê digere
4 nîsan, 2022   07:44
NAVENDA NÛÇEYAN

`ÇARÇOVEYA KOORDÎNEKIRÎ LI ÇARESERIYEKÊ DIGERE`

Girêdayî rojeva Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Çavkaniyên pêbawer ragihand ku Çarçoveya Koordînekirî hewl dide çareseriyekê ji xitimîna siyasî ya li welêt re peyda bike, piştî ku hewldanên hilbijartinên serokkomariyê bi bin ketin.

Çavkaniyan diyar kir ku Çarçoveya Koordînekirî dê bi rêya komîteyan û pisporan dest bi dan û standinana bi hêzên siyasî re bike, di nav de bloka El-Sadir.

Serokê Meclisa Dadgeha Bilind a Iraqê Fayîq Zêdan got heke destûr neyê guhertin, dê pirsgirêk û alozî her tim hebin.” 

`NAKOKIYÊN SIYASÎ ÎNSIYATÎFA NAVNETEWEYÎ BI BIN XIST`

Girêdayî kar û barên Sûdanê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Nakokiya domdar a di navbera rayedar û hêzên siyasî û leşkerî yên Xertûmê û şandeya NY`yê ya ji bo piştgiriya Sûdanê de, biserxistina însiyatîfa navneteweyî asteng dike.

Heta niha tu destek pêşkêş nekir ku hêzên siyasî yên cuda nêzî hev bike û rola ku tê xwestin nelîst da ku lihevkirina aştiyê ya Juba di pratîkê de pêk bîne da ku valahiya şandeya leşkerî ya berê UNAMID li dû xwe hiştiye, dagire.”

`HIKUMETA BAŞAXA: EM BI HÊZÊ DERBASÎ TERABLUSÊ NABIN`

Der barê rewşa Lîbyayê de jî rojnameya El-Îtîhad a Îmaratê wiha nivisî: “Berdevkê hikumeta erkdarkirî Osman Abdulcelîl got ew bi hêzê derbasî Terablusê nabin, ji ber wê heta niha derbasî bajêr nebûne.

Abdulcelîl wiha domand: “Em hêvî dikin ku gelê Lîbyayê û aliyên siyasî û civakî girîngiya vê pêvajoyê û lihevkirina ku cara yekemîn li welêt pêk hat, piştî parçebûnê di sala 2014`an de, fêm bikin. Divê em wê baş bi kar bînin da ku hilbijartin serkeftî bin.”

(şx)