Matay Hane: Êrişên dewleta Tirk bi armanca zindîkirina rêxistinên terorîst e

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hana diyar kir ku êrişên dewleta Tirk armanc dikin herêmê ji niştecihên wê vala bike û berxwedana gelan bişikîne.

Matay Hane: Êrişên dewleta Tirk bi armanca zindîkirina rêxistinên terorîst e
4 nîsan, 2022   06:54
HESEKÊ

Artêşa Tirk bi balafirên bêmirov erebeyeke endamê fermandariya giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryan Orom Marûkî û wergêrekî tevî hêzên Rûsyayê, dema diçûn zirarên ji ber topbarana navçeya Til Temirê gihaştine stasyona kehrebeyê bibînin, kir armanc.

Têkildarî mijarê berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hane ji ajansa me re axivî. Matay Hane destpêka axaftina xwe îşaret bi êrişên li ser herêmê kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker sûcên li dijî niştecihên herêmê dewam dike û sivîlan dike armanc, li ser vê yekê ji 2`yê Nîsanê ve êrişên dijwar birin ser navçeyên Zirgan û Til Temir û bi dehan gund kirin hedef, di encamê de sivîl li gundê Til Werid birîndar bûn."

Matay Hane ev li axaftina xwe zêde kir: "Artêşa Tirk û çeteyên wê stasyona kehrebeyê ya li nêzî baregeha Rûsyayê ya li gundewarên Til Temir kir armanc, şervanan û hevalên me yekser berê xwe da deverê da ku zirarên gihaştine stasyonê ji nêz ve bibînin, lê dagirker fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Suryan û wergêrê pê re, her wiha hêzên Rûsyayê bi balafirên bêmirov, kirin armanc. Li ser vê yekê hevalên me birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyên herêmê."

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan da zanîn ku êrişên artêşa Tirk bi armanca koçberkirina niştecihên herêmê û şikandina berxwedana gel e.

Hane got ji êrişên domdar ên dewleta Tirk û çeteyên wê hêzên Rûsyayê yên garantor berpirs in, ji ber ku bi garantoriya wan derbasî herêmê bûye û bi erka parastina niştecihên wê û sekinandina êrişan ranabe.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hane destnîşan kir ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan bi hevkariya hêzên li Til Temirê dê li hemberî van êrişan bê deng nemînin.

Di dawiyê de Matay Hane diyar kir ku ev êriş û hedefgirtina fermandarekî leşkerî û şervanan bi armanca zindîkirina rêxistinên terorîst e, ji ber ku QSD`ê û hêzên wê li dijî terorê şer kir û di heman demê de şaneyên çeteyan dişopînin ku ev jî xizmeta dewleta dagirker nake û lewma jî êriş dike.

(eh)