QSD: Balafireke bêmirov a Tirkiyê erebeya Meclisa Leşkerî ya Suryan bombebaran kir

QSD’ê ragihand ku balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeya ku tê de yek ji endamên Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryan Orm Marukî hebû, bomberan kir.

QSD: Balafireke bêmirov a Tirkiyê erebeya Meclisa Leşkerî ya Suryan bombebaran kir
3 nîsan, 2022   20:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê got, "Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeya ku tê de yek ji endamên Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryan Orm Marukî hebû, dema tevî aliyê Rûsya diçûn stasyona kehrebê ya Til Temirê ku dewleta Tirk vê êvarê topbaran kiribû, bombebaran kir.

Di encama bombebaranê de Orm Marukî û wergervan birîndar bûn."

ANHA