​​​​​​​Rojnamevan Koyluogulu: Dewleta Tirk û PDK hewl didin Iraqê tev li êrişên li dijî gerîla bikin

Reportaj Summay

​​​​​​​Rojnamevan Koyluogulu: Dewleta Tirk û PDK hewl didin Iraqê tev li êrişên li dijî gerîla bikin
1 nîsan, 2022   06:50

Rojnameger Aziz Koyluogulu da zanîn ku heger PDK rasterast beşdar bibe jî dê dewleta Tirk a dagirker tu encaman ji êrişên li dijî HPG’ê bi dest naxe û  got "Dewleta Tirk û PDK hewl didin dewleta Iraqê jî beşdarî êrişên li dijî gerîla bikin."Rojnameger Aziz Koyluogulu ji ajansa me re diyar kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi awayekî aktîf tev li planên dewleta Tirk bûye û got: "Em dikarin bêjin ku PDK piştî referanduma 2017’an bi awayekî yekser tev li siyasetên dewleta Tirk a dagirker bûye û li gorî wê tev digere."

Koyluogulu bal kişand ser lêkirina dîwar ji aliyê hikmeta Kazimî ve di navbera Şengal û Rojava de û diyar kir ku tu têkiliya lêkirina dîwar bi DAIŞ’ê re tune ye û wiha domand: "Ger armanc mîna ku  îdia dikin DAIŞ be, DAIŞ bi awayekî çalak li herêmên di navbera Dêrazor û Iraqê de ye. Ya rast divê dîwar li başûrê Dêrazorê û li herêma Enbarê were lêkirin."

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

PDK’ê piştî tevgerên dîplomatîk û hevdîtinên xwe yên bi berpirsên Tirk û Alman re tevgerên xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kirin. Hûn van tevgerên siyasî û leşkerî çawa dinirxînin?

Tevgerên PDK’ê ne nû ne, lê di vê dawiyê de astên xwe guhartin. Li hemberî gerîlayan tevgerên wê bi dewleta Tirk a dagirker re hene, ev tevger li ser astên leşkerî ne, bi  taybet li nuqte û herêmên tê de gerîla bi cih bûne. PDK’ê li herêma Xelîfanê kemîn ji gerîlayên HPG’ê re danîbû, di encamê de 5 gerîla şehîd bûn.

PDK’ê hewl dide veguhastinekê di siyaseta xwe ya niha de çêke, ev veguhastin jî li ser asta leşkerî ye. Anku tevgerên wê bi dagirkeriya Tirk re li dijî gerîlayên HPG’ê ne, mîna di 1992’yan de pêk hatine. Di wê demê de dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê êrişek li dijî gerîlayan pêk anîn û di encamê de qurbanî ji her du aliyan çêbûn.

Di 1995’an de jî PDK’ê careke din di êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî HPG’ê de beşdar bû, di 1997’an de jî û ev siyaseta heta 2000’î berdewam kir.

Piştî 2000’î guhartinek di siyaseta PDK’ê de çêbû. Di 2003’yan de û piştî hilweşîna rejîma Sedam Hisên, guhartina di dewleta Iraqê de çêbûye û damezrandina hikumeta federal a Başûrê Kurdistanê, nermbûnek di siyaseta PDK’ê de hebû.

Di salên 2007 û 2008’an de dewleta Tirk a dagirker êrişeke dijwar bire ser HPG’ê û bi van êrişan PDK’ê siyaseta xwe careke din guhart, bi taybet di salên dawî de, nemaze jî di 2015’an de. Bi awayekî aktîf tev li planên dewleta Tirk bû. Em dikarin bibêjin ku piştî referandoma 2017’an, PDK’ê bi awayekî yekser, tev li siyaseta dewleta Tirk a dagirker bû û li gorî wê siyasetê tev digere. Niha jî PDK’ê cihê xwe di planên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de girt û biryar da  ku bi awayekî çalak beşdarî êrişên li dijî HPG’ê bibe.

Li aliyekî din jî PDK’ê siyaseteke eşkere li Iraqê pêk tîne. Tu rola wê ya aktîf di siyaseta Iraqê ya beriya niha de tune bû û destwerdan jî nedikir, lê belê xwe weke herêmeke federal di Başûrê Kurdistanê de xuya dikir. Piştî hilbijartinên Iraqê yên dawî PDK’ê siyasetên xwe guhartin û niha hewl dide di siyaseta Iraqê ya navendî de çalak bibe. Ji lew re peymana stratejîk a di navbera xwe û YNK’ê de bin pê kir. PDK’ê hewl dide hevalbendiyên heyî yên li Iraqê li gorî siyaseta dewleta Tirk ku hewl dide siyaseta Iraqê kontrol bike, biguhere.

Tevgerên dawî, parçebûna li Iraqê û hewldanên PDK’ê yên ferzkirina namzetê xwe ji bo serokkomariyê, gelo tu têkilî di navbera wan geşedanên li Iraq û Başûrê Kurdistanê de hene?

PDK’ê niha hewl dide di hikumeta navendî ya Iraqê de bibe xwedî rol û bandor, her wiha hewl dide êrişa ku niha bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîlayên HPG’ê tê amadekirin, ne tenê li ser asta PDK’ê be, lê belê li ser asta tevahî Iraqê be. Anku êriş bi navê dewleta Iraqê be. Armanca wê ji vê yekê di nava hikumeta navendî ya Iraqê de be. Li kêlek wê jî heman siyaset li gel hêzên Sune yên bi nûnertiya Helbûsî û Xemîs El-Xencer hene.

Demeke berê Erdogan got, avakirina hikumeta nû ya Iraqê wê gelek tiştên baş bi xwe re bîne. Armanca Erdogan ji vê yekê ew bû: "Me li ser vî esasê li hev kiriye û em ê li gorî vê yekê em ê bi hev re tev bigerin û di nava hevalbendiya nû de ku di vê dawiyê de bi navê (Hevbendiya Rizgariya Nîştimanî) a El-Sedir, Helbûsî û PDK’ê hatiye avakirin de, tev bigerin. Hevdîtinên dawî jî yên Nêçîrvan Barzanî bi Erdogan re di vê çarçoveyê de bûn.

Erdogan li gorî hikumeta nû ya Iraqê xwe amade dike û hewl dide bi hikumeta nû ya Iraqê re tev bigere, da ku tevgerên xwe yên leşkerî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û li dijî HPG’ê bi beşdariya yekser a PDK’ê zêde bike.

Niha dîwar di navbera Rojava û Şengalê de tê lêkirin. Gelo tu têkilî di navbera avakirina dîwar û êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de hene?

PDK’ê nekarî li Şengalê xwe bi cih bike û siyasetên xwe ferz bike, ji lew re di 9’ê Cotmeha 2020’an de bi hikumeta Iraqê re peymanek îmze kir. Armanca wê ew e ku Şengal bikeve bin kontrola hikumeta navendî û Rêveberiya Xweser a Demokratîk were têkbirin.

PDK’ê siyaseta dewleta Tirk pêk tîne, siyaeta wê ev e 'Heke ne ez bim, divê tu kes nebe'. PDK’ê tu rêveberiyeke Kurd a dîtir ku were damezrandin qebûl nake û li ku derê be şerê wê dike. Ev siyaset niha li dijî xelkê Şengalê pêk têne, dîwar di navbera Rojava û Şengalê de tê lêkirin. PDK’ê ji vê yekê  armanc dike ku têkiliya di navbera êzidiyên Şengalê û Rojava de qut bike. Armanca din jî ew e ku Şengal û Rêveberiya Xweser a Şengalê werin dorpêçkirin û di rewşên xirab de mîna ku di Tebaxa 2014’an de qewimîbû tu alîkarî negihîje Şengalê.

Heger hevalbendiya nû (Hevbendiya Rizgariya Nîştimanî) a di navbear El-Sedir, Helbûsî û PDK’ê de bi ser bikeve wê krîz mezintir bibe, di heman demê de heger Rêveberiya Xweser a Şengalê, hêzên wê yên leşkerî û ewlehî werin tunekirin û bi hikumeta navendî ve were girêdan, dê Şengal rûbirûyî êrişên mezin be.

Lêkirina dîwar di navbera Rojava û Şengalê de tu têkiliya xwe bi DAIŞ’ê re tune ye, heke armanca wan DAIŞ be mîna îdia dikin, DAIŞ bi awayekî mezin li herêmên di navbara Dêrazor û Iraqê de çalak e. Ya rasttir divê dîwar li başûrê Dêrazorê li herêma Enbarê were lêkirin.

Lêkirina dîwar di navbera Rojava û Şengalê û êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de bi hev ve girêdayî ne.

Hûn çawa rewşê bi giştî dinirxînin, der barê tevgera leşkerî ya Rûsyayê a li Ukraynayê de, gefên we yên li ser gaza dişîne Ewropayê. Rûsya û Ukrayna genim hinardeyî cîhanê dikin. Başûrê Kurdistanê jî bi petrol û berhemên binerd û sererd dewlemend e. Hewldanên Başûr hene ku petrolê bi rêya Tirkiyê bişîne Ewropayê. Li kêleka wê jî hin agahî hene ku rola Îsraîlê jî di vê yekê de heye. Heke ev agahî rast bin û xwestekên Amerîka û Ewropayê pêk werin, xwestekên dewleta Tirk û PDK’ê çi ne?

Tevgera leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê xwedî bandoreke xwecehî û herêmê ne û bandoreke mezin a cîhanê çêkir Di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de dewletan sînor ji dewletên Başûrê Afrîkya û Rojhilata Navîn re danîn. Di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de teşeyê dewletên derdora Rûsya (dewletên Yekitiya Sovyetê mîna Ukrayna, Moldova û Belarus..hwd) hatin diyarkirin. Piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê dewleta netewperest dîsa li rojhilatê Ewropa derket holê.

Li gorî Ukrayna ew girîng e. Rûsya dibîne ku Ukrayna parçeyek jê ye. Kîev beriya 400 sal paytexta împratoriya Rûsyayê bû. Tevgera Rûsya li Ukraynayê jî bandorên wê mezin di hevsengiyên cîhanê de hene, bi taybet tiştê girêdayî genim. Dê bandoreke neyênî li ser rewşa debarê di werza havînê de bike. Ew jî ji ber şerê li wir ku Ukrayna nikare mewsimê biçîne. Lê kêlek wê jî Rûsya diyar kir ku ew genim nafiroşe derve, dê ev jî bandoreke mezin li ser hundir û derve bike.

Li aliyekî din jî dê tevgera Rûsyayê bandore li saktroa enerjiyê bike. Ji ber Rûsya beriya niha xetên gazê dabûn Ewropa. Yek jê ketibû xizmetê û ya din jî li ber ketina xizmetê bû. Lê Rûsya niha xebata li ser wê rawestand. Ji lew re gaza Rûsya mîna berê derbasî Ewropa nabe, bi taybet jî piştî biryara Rûsya ku gazê bi dolar nafiroşe dê bi ruble bifiroşe. Dê ev yek bandorê bi awayekî neyênî li aboriya cîhanê bike ku dolar ji salên 1990’î ve bingeh bû. Li gel wê jî nakokiya Rûsya-NATO’yê dê bandorê li Rojhilata Navîn bike.

Niha Ewropa hewl dide xetên dayîna gaza nû ya altarnetîfa Rûsyayê bibîne Dewleta Tirk di vê yekê de rolekê pêk tîne ku bi rêya Başûrê Kurdistanê pêk were. Îsraîlê jî roleke dilîze. Di peymana Îsraîl-Misirê de, Qubris, Yewnanistan, Lubnan û Urdin bi rêyagaza rojhilatê Deryaya Spî hewl didin roleke di vê yekê de bilîzin û hin bazarî di vê alî de hene. Dê ev jî bandorê li herêmê bike û ne dûr e şer di navbera van hêzan de çêbibin.

Heta niha tiştekî eşkere tune ye.

Di 23’yê Nîsanê de salek di ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Metîna, Zap û Heftanînê re derbas dibe û dewleta Tirk nekarî armancên xwe pêk bîne. Bi texmîna we, dê dewleta Tirk û PDK çi bikin heta armancên xwe pêk bînin?

Dewleta Tirk a dagirker di 23’yê Nîsana 2021’an de êrişên hovane li dijî HPG’ê pêk anîn. Ev êriş di çarçoveya planên bi armancên têkbirina HPG’ê, doza gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û têkbirina vîna gelê Kurd de ye. Salek bi giştî di ser van êrişan re derbas dibe, lê tiştê eşkere bûye dewleta Tırk a dagirker bi tevkariya PDK’ê nikarî armancên xwe pêk bîne, lê berovajî wê derbeyên mezin û biêş xwarin.

Ji vir û pê ve, heta PDK’ê yekser di êrişan de beşdar bibe jî, encamên ku dewleta Tirk di bikaranîna çekên kîmyewî de di êrişên dawî de, dê ne zelal bin. Bi nêrîna min ne pêkan e tu pêşdeçûneke cidî ji aliyê leşkerî ve pêk werin û dê dewleta Tirk a dagirker êrişên biêş ên dîtir bixwe û nikare tu serkeftinan pêk bîne.

HPG’ê bi moralên bilind derbasî sala nû bû û dê bandore li rêveçûnên şerê leşkerî bike.

Ruxmî redkirina gel ji tevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk a dagirker re, lê bêdengiyek ji aliyê siyasî ve heye. Ev bêdengî çi ye û encamên wê yên nêz û dûr hene?

Di rastiyê de tu bêdengî der bare tevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk a dagirker re tune ne, bertekên mezin li hemû parçeyên Kurdistanê hene. Rojane xwepêşandan û çalakiyên şermezarkirinê hene. Lê bêdengiyek ji hêla civata navnetweyî ve heye, ji ber wê rol da dewleta Tirk. Piştî destwerdana Rûsya li Ukrayna dewleta Tirk hewl dide vê role pêk bîne û hewl dide bibe navenda danûstandinên Rûsya-Ukrayna. PDK’ê jî hewl dide vê rolê pêk bîne û êrişên dewleta Tirk di civînên navneteweyî de rewa dike û bi rêya siyaseta xwe hewl dide û wiha dibêje: "Tu pirsgirêka dewleta Tirk bi kurdan re tune ye, lê belê pirsgirêk bi PKK’ê re ye."

Civata navneteweyî niha bi bûyerên li Ukrayna re mijûl e, dewleta Tirk jî roleke mezin di şerê Ukrayna de dilîze, bi taybet bi rêya destekdayîna Ukrayna bi balafirên bêmirov û beşdariya di navenda operasyonan de. Dewleta Tirk ji hemû aliyan ve destekê dide Ukrayna û di eşkerebûnê de jî yekalîbûnê nîşan dide. Rûsya jî heta astekê ji rola ku dewleta Tirk dilîze razî ye. Ji ber naxwaze li hember dewleta Tirk bisekine ku di cezayên li ser Rûsya yên ji hêla civata navneteweyî ve pêk hatine de, beşdar nebû.

Dibe ku zû be em li ser encamên êrişên mezin ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî HPG’ê bisekinin, lê heke êrişek pêk hat gelo dê encamên çawa pêk werin?

Têkildarê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê heta niha berdewam in, lê texmîn nakim dê ji êrişên 2021’an mezintir bin. Ji ber dewleta Tirk di 2021’an de hemû hêza  xwe bi kar anî. Heta çekên kîmyewî jî bi kar anîn, lê beşdarbûna PDK’ê dê karesatekê ji tevahî gelê Kurd re bîne.

Gelo dê çawa tevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re were rawestandin, ji gel û hêzên siyasî çi tê xwestin?

Dewleta Tirk hewl dide êrişên nû pêk bîne û PDK’ê jî amadekariya hevkariyê dike. Di vê dawiyê de plan û rola PDK’ê jî di wan êrişan de hate eşkerekirin û eşkerekirina vê plane dê beşdariya PDK’ê heta astekê sînordar bike. Rastiya PDK’ê li pêş raya giştî ya Kurd ku bertekeke xurt nîşan da, hate eşkerekirin. Me di daxuyaniyên siyasî, rewşenbîr û gel de ev yek dît, bi wê re dê zextekê li ser PDK’ê bike. îhtîmalên pêkanîna êrişan êdî kêm bûye û dibe ku heta piştî cejna Remezanê werin derengxistin.

(fr)