Wateya rojbûna rêber Ocalan ji bo jinên Çerkez, Kurd û Ereb

Jinên Çerkez, Kurd û Ereb ên Minbicê 4'ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan wekî rojbûna şoreşa jinê û azadiya wê bi nav kirin.

Wateya rojbûna rêber Ocalan ji bo jinên Çerkez, Kurd û Ereb
3 nîsan, 2022   23:40
MINBIC

4'ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan ê xwedî damezrînerê projeya neteweya demokratîk, biratiya gelan, doza azadiya jinê ji koletiyê û avakirina civakeke exlaqî, siyasî û demokratîk ku her kes tê de azad bibe.

Rêber Ocalan gelek caran bang li gelên Rojhilata Navîn kir ku li hemberî siyasetên pergala kapîtalîst bibin yek û hevgirtina xwe ava bikin. Jinên bajarê Minbicê bi gotina "Rojbûna Rêbertî rojbûna şoreşa jinê ye" bangawaziyên rêber Ocalan piştrast kirin.

‛Bİ RAMANA RÊBERTÎ RE JİNÊ URF Û ADET DERBAS KİR’

Jina bi navê Asya Îsmaîl Hisên rojbûna rêber Ocalan li hemû gelên li dijî siyasetên îstîsmarê tê dikoşin, pîroz kir û got: "Em rojbûna rêbertî li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû gelên cîhanê pîroz dikin."

Asya Îsmaîl Hisên bal kişand ser destkeftiyên ku jinan bi saya ramana rêber Ocalan bi dest xistine û da zanîn ku jinan piştî perwerdeyên fikrî wergirtin û parêznameyên rêber Ocalan xwendin karîn astengiya urf û adetan derbas bikin û rewşa yekalîbûna di rêvebirin civakê de şikandin.

‛RÊBER OCALAN BANG Lİ JİNAN KİR KU HÊZA XWE Jİ BO PARASTİNA XWE Bİ KAR BÎNIN ’

Jina bi navê Îsra El-Hesen ji pêkhateya Ereb bal kişand ser siyasetên sîstema kapîtalîst ên li dijî jinan li Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku jinan astengiyên ku rê li ber rizgariya wê digire derbas kirine û got: "Rêber Ocalan ji bo ku jin di nava civakê de cih bigirin piştgirî da û bang li wan kir ku hêza xwe ji bo parastina xwe bi kar bîne û bal kişand ser rola wan a di civakê de, em hemû dizanin ku jin li gorî her şert û mercan dikare civakeke demokratîk a azad ava bike."

Îsra El-Hesen rojbûna rêber Ocalan wekî rojbûna şoreşa jinê bi nav kir.       

                    

Welatiya bi navê Neciye Hec Mihemed ji pêkhateya Çerkez anî ziman ku rêber Ocalan ji bo wê û ji bo hemû jinên azadîxwaz tê çi wateyê û got: "Rêber Ocalan rêberê netewa demokratîk e û xwediyê felsefe û ramana azad e, em hêz û azadiyê jê digirin û rêhevalê jina azad e, ji ramana rêbertî me azadiya xwe bi dest xist û me destkeftiyên heyî bi dest xistin."             

Neciye Hec Mihemed soza mezinkirina têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan nû kir.                                   

(dx)

ANHA