Li Şengalê hemleya komkirina îmzeyan bi dawî bû

Li Şengalê hemleya ji bo derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" di destpêka meha Adarê de hatibû destpêkirin û îro bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Li Şengalê hemleya komkirina îmzeyan bi dawî bû
3 nîsan, 2022   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Navneteweyî ya Edaleta ji bo Kurdan hemleya îmzekirinê ya bi armanca komkirina 4milyon îmze li tevahî Ewropa ji bo derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" ragihand. Hemle bi tevlîbûna hezar rewşenbîr, akademisyen, siyasetmedar, zanyar, hunermend û çalakvan hate destpêkirin. Her wiha şêniyên Şengalê bi rêya komkirina îmzeyan ji destpêka meha Adara borî ve tev li hemleyê bûn û 40 hezar û 446 îmze li Şengalê di vê mehê de hatin komkirin.

Malbatên şehîdan, endamên Rêveberiya Xweser a Şengalê, endamên Tevgera Azadiya Jina Êzidî, sazî û rêxistinên Şengalê tev li dayîna daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan Hamid Beşar ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate teqezkirin ku civaka êzidî dê xebatê ji bo serbestberdana rêber Ocalan berdewam bike. Her wiha diyar kir ku xebatê wan ji bo derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" dê dewam bike. Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê destnîşan kir ku komkirina îmzeyan li Şengalê erka wan e û 40 hezar û 446 îmze ji civaka êzidî hatine komkirin.

Di dawiyê de dirûşmeyên bê serok jiyan nabe û şehîd namirin hatin berzkirin.

Her wiha Rêveberiya Xweser a Şengalê malbatên şehîdan xelat kir.

(bx)