​​​​​​​Di topbaranên li ser Zirgan û gundewarên wê de zirarên madî û qutbûna enternetê

Di encama topbaranên dewleta Tirk a dagirker li ser navçeya Zirgan û gundewarên wê de zirarên madî yên mezin bi milkên welatiyan de çêbûn û tora enternetê li ser navçeyê qut bû.

​​​​​​​Di topbaranên li ser Zirgan û gundewarên wê de zirarên madî û qutbûna enternetê
3 nîsan, 2022   19:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji vê sibehê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Zirgan û gundewarên wê bi dijwarî topbaran kirin. Her wiha navenda Zirgan, gundên Esediyê, Til Hermil, Dada Ebdal, Um Hermele, Goliyê-Til Ebod, Reîat, Til Werd û Xerbet Şeîr hatin topbarankirin.

/ar/uploads/files/2022/04/03/191005_altqat.webp

Di encama topbaranên dijwar de, zirarên madî bi mal û milkên welatiyan de çêbûn, enternet li ser navçe û gundewarên wê qut bû.

(fr)

ANHA