Li Kobanê çalakiyên 4'ê Nîsanê

Şêniyên kantona Kobanê bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.

Li Kobanê çalakiyên 4'ê Nîsanê
Li Kobanê çalakiyên 4'ê Nîsanê
Li Kobanê çalakiyên 4'ê Nîsanê
Li Kobanê çalakiyên 4'ê Nîsanê
Li Kobanê çalakiyên 4'ê Nîsanê
Li Kobanê çalakiyên 4'ê Nîsanê
3 nîsan, 2022   14:11
KOBANÊ

Li Kobanê çalakiyên bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan berdewam dikin.

Vê sibehê bi dehan şêniyên kantonê berî dan çemê Firatê ku Baxçeyê Rêber Abdullah Ocalan li wir. Şêniyan bi pêşengtiya Kongra Star qiraxa çem bi gulan xemilandin û gul avêtin nav çem.

Piştre berî dan gundê Elpelûrê yê rojavayê Kobanê ku mala rêbertî lê dima. Şêniyan çalakiya xwe li gund dewam kirin. Bi dehan endamên partiyên siyasî yên herêma Firatê beşdarî çalakiyê bûn ku ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Firatê ve hate lidarxistin. Piştî rêzgirtinê ji aliyê hunermendan ve stran li ser rêber Ocalan hatin gotin.

Li aliyekî din jî Ciwanên PYD'ê yên herêma Firatê şahiyek li ber navenda xwe ya li bajarê Kobanê li dar xist. Bi dehan şênî di nav de endamên PYD'ê beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê Xunav Xelîl rojbûna rêber Ocalan li gelê Kurd, gerîla, şehîdên azadiyê û tevahî gelên cîhanê pîroz kir û got: "Rojbûna rêber Ocalan rojbûna mirovahiyê ye, ji ber ku rêbertî ji bo azadkirina gelê Kurd û gelên bindest ên Rojhilata Navîn tê koşiye û niha jî di girtîgeha Îmraliyê de tevî tecrîdê bi fikirê xwe yê ronîkirî tê dikoşe."

Çalakî bi diruşmeyên  "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/D7mwmfsUQxw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>