Bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan dar li Eyn Îsayê hatin çandin

Bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan li navçeya Eyn Îsa û Qamişloyê dar hatin çandin. PYD`ê li Qamişloyê encamên hemleya komkirina îmzeyan ji bo derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” eşkere kir.

3 nîsan, 2022   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Sibe 4`ê Nîsanê ye û ji bo pîrozkirina vê rojê, li Bakurê û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên ekolojî tên lidarxistin.

QAMIŞLO

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jsO3pCqsHtY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) îro hemleyek ji bo çandina 73 daran ji bo rojbûna 73`yan a rêber Ocalan, li parka navenda PYD`yê ya li taxa Kornîş dest pê kir.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, bi dehan şêniyên herêmê, nûnerên partiyan û Kongra Star tev lê bûn.

Her wiha encamên hemleya komkirina îmzeyan ji bo derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” eşkere kir.

270 HEZAR ÎMZE HATIN KOMKIRIN

Hevserokê PYD`ê şaxê Qamişloyê Mesûd Ferhan bi daxuyaniyekê encamên hemleya komkirina îmzeyan eşkere kir.

Ferhan diyar kir ku di çarçoveya hemleyê de ku 3 meh dom kiriye, PYD`ê gelek civîn û semîner li dar xistine û serdana malbatan kiriye.

Li gorî Ferhan li Qamişloyê 270 hezar îmze hatine komkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de, beşdaran dar li parka li pêşiya navendê çandin.

EYN ÎSA

Li Eyn Îsayê jî, şêniyên navçeyê û koçberên li Kampa Girê Spî dimînin, dar li qada navenda tenduristiyê çandin.

Her wiha Meclisa Kantona Girê Spî bi heman mebestî parkek li navçeya Eyn Îsayê vekir.

(şx)

ANHA