Yekitiya Rewşenbîran hedefgirtina helbestvan Ferhad Merdê û hevalên wî şermezar kir

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê êrişa li ser helbestvan Ferhad Merdê û hevalên wî şermezar kir û diyar kir ku ev êrişî nîşan dide ku dewleta Tirk welatiyên Rojava li ser xwe xetere dibîne.

Yekitiya Rewşenbîran hedefgirtina helbestvan Ferhad Merdê û hevalên wî şermezar kir
3 nîsan, 2022   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê têkildarî êrişa balafira bêmirov di 1`ê Nîsanê de ku di encamê de welatiyek şehîd bû û 2 welatiyên din birîndar bûbûn daxuyanî da.  Di nav de helbestvan Ferhad Merdê hebû.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên dijminane li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne, bi balafirên bê mirov sivîlan dike hedef. Lê hîna jî hêzên navneteweyî yên garantor bêdeng in. Ev jî nîşan dide ku bi dewleta Tirk re hevakr in.

Em bang li azadîxwaz û rewşenbîran dikin ku erka xwe ya nîştimanî û exlaqî li hember gelê xwe û destkeftiyên wî bînin cih. Sûcên dewleta Tirk a dagirker eşkere bikin û xwedî li tecrubeya demokratîk a li herêmê derkevin.

Divê civata navneteweyî û hêzên çalak berpirsyariyên xwe yên exlaqî li hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bînin cih ku li şûna wan li hember terora cîhanî ya bi desteka Tirkiyê li ber xwe da.”

(şx)

ANHA