Rûsyayê ruxandina 3 depoyên sotemeniyê û parzûngehek ragihand

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku vê sibê 3 depoyên sotemeniyê li Odessayê ruxandin ku li ser deryaya Reş e. Li aliyekî din Ukraynayê ragihand ku careke din gelek dever li derdora Kiev kontrol kirin.  

Rûsyayê ruxandina 3 depoyên sotemeniyê û parzûngehek ragihand
3 nîsan, 2022   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku vê sibê 3 depoyên sotemeniyê yên li herêma Odessa rûxandiye.

Wezaretê bi daxuyaniyekê ragihand ku balafirên şer 51 baregehên leşkerî rûxandine.

Di daxuyaniyê de bîlançoya ku Moskovê bi "Operasyona leşkerî ya taybet"  bi nav dike, ji 24`ê Sibatê ve; "125 balafir, 88 helîkopter, 383 balafirên bê pilot, 221 sîstemên moşekên li dijî balafiran, hezar û 903 tank û panzêr, 207 moşekavêj, 805 topavêj û hawin û hezar û 781 wesayîtên leşkerî yên taybet rûxandine"

Desteya Erkanê ya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê destnîşan kir ku tevgerên leşkerî yên Rûsyayê kêm bûne, her wiha Moskovê bi rêya bakurê Ukraynayê yekîneyên xwe vedikişîne.

Ukranyaê ragihand ku deverên li derdora Kîev ji nû ve kontrol kirine.

Cîgira wezîrê parastinê yê Ukraynayê Hana Maliar li ser Facebook daxuyand ku herêma Kiev bi temamî hate rizgarkirin.

Heta niha Rûsya têkildarî îdiayên Kievê tu helwest nîşan nedaye.

(eh)