Çeteyên

Îro cenazeyê çeteyekî artêşa Tirk ku çeteyên "Polîsên leşkerî" yên dewleta Tirk ew kuştine, hate dîtin.

Çeteyên
3 nîsan, 2022   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyekî dewleta Tirk a dagirker ê ji şêniyên Silûk hate kuştin û cenazeya wî li gundê Acalê yê rojavayê Serêkaniyê ya gundewarê Hesekê hate dîtin.

Çeteyên bi navên "Polîsên leşkerî" piştî nas kirin wî çeteyî hewl dida DAIŞ`ê derbasî erda dewleta Tirk bike, ew kuştin.

SOHR`ê diyar kir ku serçeteyê bi navên "Firqeya El-Hemzat" ferman da çeteyê hatiye kuştin ku tev li çeteyên artêşa Tirk bibe, da ku agahiyên wan bişopîne.

(eh)