Li Kabûlê teqîn: 5 kes mirin û 30 birîndar in

Dezgehên ragihandinê yên Afganistanê ragihand ku li paytexta Afganistanê Kabûl, teqînekê rû da. Di encamê de herî kêm 5 kes mirin û derdora 30 kes jî birîndar bû.

Li Kabûlê teqîn: 5 kes mirin û 30 birîndar in
3 nîsan, 2022   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala Tolonews a Afganistanê îro ragihand ku li nivîsgeheke bankan a li paytexta Afganistanê Kabûl, teqînek rû da, di encamê de herî kêm 5 mirin û derdora 30 kes jî birîndar bû.

Teqîn li herêma Seray Şahrezad çêbû û agahiyên mîsogerkirina hejmara qurbaniyan hîn berdewam in.

(eh)